Di pîrozbahiya li Bûrsayê de xwedî li HDP’ê hate derketin
Li Bûrsayê hezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de hatin gel hev. Di pîrozbahiyê de xwedî li HDP’ê derketin.
Li Bûrsayê hezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de hatin gel hev. Di pîrozbahiyê de xwedî li HDP’ê derketin.
Gelê Kurd îsal Newroz li 60 navendan bi şîyara "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin Bi Ser Bikevin" pîroz kir. Yek ji van navendan Bûrsa bû. Gelê Bûrsayê jî bi heman şîyarê li Qada Bazarê ya Arabayatagi ya Navçeya Yildirimê bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz pîroz kir. Gel alên HDP'ê û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî berdewam bikin" vekirin. Qad bi alên HDP'ê xemilandin Girseya ku li qadê kom bûn govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” û “Bijî Serok Apo ” berz kirin. Girsê li qada pîrozbahiyê bertek nîşanî daxwaza girtina HDP'ê da û bi dirûşmeyan li HDP'ê xwedî derketin.
Hevseroka Bajarê Bûrsa ya HDP’ê Ceylan Erol Erdogan bal kişande ser tecrîda Îmralî û wiha got: “Silav ji berxwedêran re.” Her wiha Ceylan diyar kir ku desthilat her çiqas hewl bide jî nikare me ji holê rake, em neviyên Kawayê Hesinkar ên ku li dijî Dehaqan têkoşîna azadiyê bi rê ve birine.
Hevserokê Bajarê Bûrsa ya HDP’ê Nadir Kirlilar jî got ku desthilat ji tirsa êrîşî HDP’ê dike, lê ew çiqas bixwazin jî em ê li vir bin.
Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Cahît Kirkazak jî wiha axivî: “Evane tewanbar û talankar in. Evane dijminê mirovan in. Ev gel vê yekê baş dizane.”
Endamê Meclîsa HDP'ê Ferhat Encu, bertek nîşanî daxwaza girtina HDP'ê da û got: "Tu kes nikare xwe li ber hêza têkoşîna gelê Kurd bigire."
Endamê Meclîsa HDP'ê Ferhat Encu jî li dijî êrîşên li ser HDP'ê bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Gelê Kurd wekî Kawayê Hesinkar îro jî li ser piyan e û li dijî zilmê têdikoşe. Îro hemû gelê Kurdistanê li ser piyan e. Ez bejna xwe li ber têkoşîna gelê Kurd ditewînim. Ti kes nikare têkoşîna gelê Kurd asteng bike."
Mîtîng û pîrozbahî bi konserê bi dawî bû.