Di meha Tebaxê de bi sedan îxlalên mafê mirovan pêk hatine

Serokwekîlê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû îxlalên mafê mirovan ên di meha Tebaxê de pêk hatine eşerke kir.

Serokwekîlê Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclîsa Partiya Gel a Komarê û Parlemeterê Stenbolê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû raporeke bi sernavê ‘Îxlalên mafên mirovan a meha Tebaxa 2018’an’ parve kir.

KUŞTIN, ÊŞKENCE, GIRTIN….

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Tebaxê ya ku bûyerên raya giştî eleqedar dikin de 38 kes hatine birîndarkirin. 294 kes jî jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hate bibîrxistin ku mirina 41 jinan di encama şidetê bûye, li girtîgehê 2, di çarçoveya sûcê kînê de 2, di qetilkirina kar de 180 û di sernava koçberan de jî 9 kes mirine.

Di mijara ‘Êşkence li gel Nêzîkatiyên Xirab û Êşkence ya li Girtîgehan’ de jî 182 weqayên bûyerên îxlalên mafên mirovan pêk hatine.

Her wiha di raporê de di çarçoveya ‘Îfadeya Azadiya Raya Derbirînê’ ji ber parvekirinên li ser tevnên civakî jî hejmara kesên hatine destgîrkirin, hatine girtin yan jî di derbarê wan de di warê hiqûqî de kar hatî kirin jî li gorî daneyên Wezareta Karê Hundir 1205’in.

Hejmara kesên ‘Ji ber parvekirinên li ser tevnên civakî’ jî 5, giştiya ‘Îxlalên Azadiya Raye û Derbirînê’ jî hezar û 224 kes in.

QEYÛM HATE WEZÎFEDARKIRIN, QEDEXE DOM KIRIN

Di raporê de hate xuyakirin ku di meha Tebaxê de komeleyek hatiye girtin û qeyûmek ji bo şaredariyê hatiye wezîfedarkirin, dîsa herî kêm 40 aktivîte û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin, 5 aktivîte, xwepêşandan û şano hatin qedexekirin. Dîsa 227 kes ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, aktivîte û çalakiyan hatine destgîrkirin.