Piştî êrîşa duh a li dijî Taxa Şêxmeqsud a Helebê ku 11 kesan jiyana xwe ji dest da, îro jî 2 topên hawanê li taxê ketin û di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest da 19 welatî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saet derdora 15.00’an de 2 topên hawanê li ber Mizgefta Maruf ku 2 kolan li pişt Mala Gel e ketin.
Di encama êrîşê de zarokên bi navê Arif Osman (13) ji gundê Hec Hesno yê Efrînê, Rizgar Ixtiyar (11), Julya Hesen (6 mehî) û zarokekî ku navî wî nehat hînbûn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 19 kes jî birîndar bûn. Ji birîndarên rakirin nexweşxaneya 6 kes ji heman gundî ne.
Navên birîndarên ku hemû ji gundên girêdayî bajarê Efrînê ne wiha ne:
Wecîh Mehemed Seydo (30) ji gundê Edamo, Munzir El Silo (93) ji gundê Edamo, Yasmîn Osman (20) ji gundê Hec Hisno, Narîman Osman (20) û kurê wê Givara Selîm (5) ên ji gundê Hec Hisno, Fadî Osman (5) ji gundê Hec Hisno, Rêzan Ixtiyar (9), Lemana Elî ji gundê Meşala, Helîma Osman (31) ji gundê Hec Hisno, Wail Yusuf (13) ji gundê Şiyê, Mistefa Osman (29) ji gundê Hec Hisno, Gulistan Osman (2) ji gundê Hec Hisno, Elî Yusuf (45) ji gundê Meşala, Xecica Medur (50) ji gundê Xilnêr, Siyamend Yusuf, Tewfîq Osman, Perwîr Îbrahîm, Nurî (50), Mehemed (30)
Rewşa hinekan giran e.
Duh jî 4 topên hawanê li Taxa Şêxmeqsud ketibûn û di encamê de 5 ji wan zarok 10 kurd yek jî ereb 11 welatiyan jiyana xwe ji dest da. 3 ji wan giran, 13 welatî jî birîndar bibûn.