Di doza Ocalan a li Atînayê de rûniştina biryardayînê pêk hat

Li Atînayê, di doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rûniştina biryardayînê pêk hat. Biryar wê ji sê mehan heta salekê ji aliyan re bê ragihandin. Parêzer Rachîotîs got, têkoşîna gelê Kurd wê encama dozê diyar bike.

Li dadgeha îdarî ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê, rûniştina biryardayînê ya li ser doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo eşkerekirina rola Yewnanîstanê di komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de, pêk hat. Biryar wê ji 3 mehan heta saletê bê eşkerekirin û ji aliyan re were ragihandin. Heyeta dadgehê ji bo parastina dawî bikin 3 roj dem da aliyan û rûniştin qedand.

PARÊZER RACHÎOTÎS: JI BER ZEXTAN PÊVAJO DERENG KET

Parêzerê Ocalan ê Yewnan Yîannîs Rachîotîs ji ANF'ê re li ser rêveçûna dadgehê axivî û anî ziman, li ser daxwaza parêzerên Kurd ên Ocalan pêvajoya hiqûqî destpê kiriye.

Parêzer Rachîotîs da xuyakirin, ku ji bo vekirina vê dozê 3 salan wan amadekarî kirine û got, "Ji ber pozîsyona hevalên parêzerên Kurd û ji ber zextên li Tirkiyeyê, pêvajo hinekî dereng ket. Parêzerên destpêkê hatin vê derê, yanî yên ji bo vegotina rewşê hatin vê derê, hatin girtin. Demeke dirêj li girtîgehê hatin ragirtin yan jî neçar man derkevin derveyî welat."

DAXWAZA HEVDÎTINÊ HAT REDKIRIN

Parêzer Rachîotîs ragihand, ji bo rûniştina biryarê wî xwestiye bi Ocalan re hevdîtinê bike û bi rêya Sefaretxaneya Bilind a Tirk serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê daye, lê belê hînê bersiv ji vê daxwaza wî re nehatiye dayîn.

'AGAHIYÊN NE ZELAL HENE'

Parêzerê Ocalan got, "Tevî hemû zor û zehmetiyan piştî du salan me di sala 2008'an de karîbûn dozê vekin. Bêguman di nava vê demê de hin pirsgirêkên din jî derketin pêşiya me" û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Di wergirtina agahiyên li ser bûyerê de em li zor û zehmetiyan rast hatin. Ji ber ku agahiyên ne zelal ên li ser teslîmkirina Ocalan ji Tirkiyeyê re hebûn. Berpirsyarî jî ya hikûmeta Yewnan e; me jî dozeke tazmînatê ya qanûnî vekir.

Li Yewnanîstanê sûcên wezîr an jî parlamenteran di nava demeke kurt de dikevin ber qanûna 'dem di ser re derbas bûnê'. Tazmînata em dixwazin sembolîk e. Yanî, hikûmeta Yewnan vê nede jî, me ji bo li xwe mikurhatina hikûmetê ev doz vekir.

'TÊKOŞÎN WÊ DIYARKER BE'

Parêzer Yîannîs Rachîotîs da xuyakirin ku têkoşîna gelê Kurd wê encama dozê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar bike û destnîşan kir, ku ne pêwîste mirov ji welatan gelek tiştan hêvî bikin, têkoşîna gelê Kurd wê gelê Kurd û Ocalan azad bike.

...