Dewletê amûra bêhndanê jî zêde dît

Dewletê amûra bêhndanê jî zêde dît

Girtiyê nexweşê giran Memduh Kiliç hema hema hemû kezeba xwe winda kir, hewcedariya wî bi amûra bêhndanê heye. Lê dewlet vê amûrê nade. Amûra ku ÎHD’ê bir girtîgehê jî neda nexweş. Hemû saziyên dewletê li bende mirina Kiliç in.

Girtiyê siyasî yê Kurd Memduh Kiliç 23 sal berê ket girtîgehê û wê demê 18 salî bû, ji ber îşkenceyên ku di bin çavan de dît û pirsgirêkên li girtîgehê jiya, ew anî asta mirinê.

Kiliç nexweşê êşa zirav e.  Her wiha nexweşî bi her du kezebên wî jî ketine. Birîn di kezeba wî de çêbûne, rê li ber vereşîna xwînê vedike û  ji 3’an 2’ê kezeba wî hatiye girtin. Ji 3’an yekê jî mantar çêbûye.

Ji ber rewşa kezeba wî, teşhîsên KOAH, astim, kronîk bronşît û kronîk faranjît û fitika pişt û stûyê hat kirin.

STE’Ê GOT DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE

Di raporên ku saziyên tenduristiyê dane de hat gotin ku nikare di girtîgehê de bimîne. Lê li gorî Saziya Tiba Edlî (STE)’ê Kiliç ê tupa oksîjenê tunebe Kiliç nikare bêhna xwe bigire, dikare di girtîgehê de bimîne. Ji ber vê nêrîna STE’ê Kiliç nayê tahliyekirin.

Tevî rapora lijneya tenduristiyê hat gotin ku divê Kiliç li nexwşxaneyên sîngê ya Stenbol, Enqere û Îzmîrê bimîne, ew ji Girtîgeha Şakranê birin Girtîgeha Tîpa F ya Edîrne.Kiliç demeke dirêj di hucreyê de ma. Her wiha ku divê ji bo rapora STK’ê bibirana Girtîgeha Metrîsê ev nehat kirin û terkî mirinê hat kirin.

ÊDÎ GIRÊDAYÊ AMÛRA BÊHDANÊ YE

Memduh Kiliç êdî girêdayî amûra bêhdanê dijî. Di rewşên lezgîn de ji amûra bêhndanê ya revîrê fêdeyê  digire. Ji bilî vê makîneya wî ya buharê heye. neçare her tim vê makîneyê bikar bîne. Lê ji ber ku bi elektîrîkê dixebite nikare li gel xwe bigerîne. Ji ber ku sewqa li nexweşxaneyê bi wesayîta rîngê tê kirin, hewcedarî bi amûra bêhdanê nayê dîtin.

Mehmduh Kiliç ê rewşa wî her diçe giran dibe, bê navber dibin Nexweşxaneya Zanîngeha Trakyayê, Nexweşxaneya Yedîkule ya Sîngê û Nexweşxaneya Hasekê. Lê li gel ku divê ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê raze jî bi hinceta ku koxuşa girtiyan tune tavilê dibin girtîgehê.

ÎHD’a Stenbolê jî da zanîn ku ji bo ev hewcedariya girtî bê cih bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirine û gotine ku dema bînin wê bidin girtî. Parêzera ÎHD’ê Gulîzar Tuncer, du hefte berê bi Kiliç re hate cem hev. Tuncer da zanîn ku rewşa wî bi rastî jî girîng e û bi parêzerê wî re hevdîtin kirine.  Tuncer got ku her nîv saetê carê hewcedariya wî bi makîneya buharê heye. Tuncer wiha axivî: “Dema ez çûm girtîgehê min konsantrator û maskeya oksîjenê bii. ÎHD’ê ev amûr bi xwe temîn kir. Ez çûm girtîgehê û min got ku divê vê amûrê bigirin hundir. Wan jî got çi ji destê wan bê dê bikin. Lê rojek berê malbata wî gotin amûr hê tê sekinandin û nedane hundir.”