Dewleta Tirk ku kujerê sivîlan e, tê şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina dewleta Tirk ku li Efrînê sivîlan dikuje û bi armanca destekkirina berxwedana Efrînê li Awûstûrya, Elmanya û Danîmarkayê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina dewleta Tirk ku li Efrînê sivîlan dikuje û bi armanca destekkirina berxwedana Efrînê li Awûstûrya, Elmanya û Danîmarkayê çalakî hatin lidarxistin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku bi destûra Rûsyayê tên kirin, li ber Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Viyanayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Qada hewayî bigire", "Pêşî li êrîşên dagirkeriyê yên li Efrînê bigire" û "Erdogan kujerê zarokan e" hatin vekirin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime", "Bijî piştgiriya enternasyonal" hatin qîrîn. Çalakgeran li ser sivîlên ku li Efrînê bi destê dewleta Tirk hatine kuştin dosyayek dan rayedarên Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê.

FREÎBÛRG: Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê Meclîsa Jinê ya Nûda li meydana Alte Synagoge mîtîngek li dar xist. Di çalakiyê de ku rêxistinên Elman jî piştgirî dan bi sedan belavok hatin belavkirin. Heyetek ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê, Komîteya Kurdistan Solîdarîtaet û Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê bi Parlamentera Partiya Keskan a Elman Andrea Kerstîn re hevdîtin kir. Rojeva bingehîn a vê hevdîtinên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, hewldanên polîsên Elman ên ji bo qedexekirin û krîmînalîzekirina sazî û sembolên kurdan bûn. Dosyayek li ser mijarê radestî Kerstîn ahte kirin. Kerstîn jî li ser karên xwe yên li parlamentê li ser Efrînê dikin, dosyayek da heyetê.

STÛTTGART: Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hatin şermezarkirin. Bi pêşengiya Platforma Êdî Bes e ya Stûttgartê, li ber Konsolosxaneya Tirk a li Stûttgartê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku li meydana Kerner Platzê pêk hat pankarta bi nivîsa "Şer bisekinînin, çekan nedin Tirkiyeyê, Efrînê biparêzin" hate vekirin. Çalakgeran dirûşmên "Dagirker bila ji Kurdistanê bicehimin", "Bijî berxwedana me ya Efrînê" qîriyan û li ser rewşa Efrînê belavok belav kirin. Balkêş bû ku di dema çalakiyê de ji konsolosxaneyê dîmenê çalakgeran dihate kişandin.

BERLÎN: Çalakiyên protestoyî yên li paytexta Elmanya Berlînê bi rengekî bê navber dewam dikin. Bi vê armancê li Alexanderplatzê konê agahdarkirinê hate vedan û li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê agahî hatin dayin. Di çalakiyê de alên YPG'ê bi kon ve hatin daliqandin û belavok hatin belavkirin.

ALBORG. Li bajarê Alborg ê Danîmarkayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, bi navê PYD Danîmarkayê meşek hate organîzekirin. Di meşê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" hate qîrîn. Di çalakiyê de bêdengiya li hemberî êrîşan jî hate şermezarkirin.