Dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin

Di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk li gelek navendên Ewropa bi çalakiyên hatin kirin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê hate protestokirin.

Di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk li gelek navendên Ewropa bi çalakiyên gerdûnî hatin kirin. Li bajarê Melboûrne yê Awûstûryayê di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîa (NAV-KURD) de Kurdistanî û Awûstûryayîyandagirkirina Efrîn û bêdengiya cîhanê protesto kir.

Di çalakiyê de profersor John Tully ê zanyarê beşa siyasetê ya Zanîngeha Vîctorîa axivîn û diyar kir ku hikûmeta Awûstûrya û NATO êrîşên li ser Xûtayê şermezar kirin lê êrîşên li ser Efrînê ji nedîtî ve hatin. Sekretera Navneteweyî yê Partiya Karker a Fîlîpînê Reîna Mohîdeen jî destnîşan kir ku projeyên Xweseriya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêkolîn kirine, diyar kir ku lîderê niha yê Fîlîpînê Dûderte û Erdogan pir dişibin hev. Li ser navê Partiya Sosyalî Sûe Boltan jî axivî û diyar kir ku qedera Kurdan û gelê Filistîn mîna hevin. Çalakî bi dirûşmên “Tirkiye ji Efrînê derkeve” û “Ji qirkirina li Efrînê re bêdeng nemîne” bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng ji aliyê NAV DEM Berlîn, DESTDAN Berlîn, Meclîsa Jinan a Berlîn, PYD Berlîn ve hate organîzekirin.

Di mîtîngê de dirûşmên “Bijî Berxwedan Rojava”, “ Panzerên Elmanya ji Kurdistanê derkeve”, “ Erdogan faşîstekî qetilker e” û “Terorîst Erdogan” hate qîrkirin. Di çalakiyê de hevkarên qirkirinê Elmanya, NY, YE û welatên koalîsyonê hatin şermezarkirin.

BRAÛNSCHWEÎG

Li bajarê Braûnschweîg ê eyaleta Saksonya ya jêr a Elmanayê biboneya Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk mîtîng û meşek hate lidarxistin. Di meşa ji aliyê NAV-DEM, HDK, SOLÎD, PARTIYA ÇEP, ANTÎFA û koma hevrêyên Kurdistanê ve li Braûnschweîgê hate organîzekirin Kurdistanî û dostên derdorî Braûnschweîgê tevlî bûn.

Di meşê de alên TJK-E, Partiya Elman a Lenînîst û Marksîst, Antîfa, HDK, HDP û TEVDEM’ê hatin bilindkirin û bi zimanê Elmanî belavok hate belavkirin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.

NÛRNBER

 Li Aûsesplatz a Elmanayê saet 16:00’an de bi sedan kes êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin û mîtîngek piştgiriya bi HDP’ê re lidar xistin. Di mîtîngê de bi armanca piştgiriya bi HDP’ê re bi sedan belavok hatin belavkirin.

BERN

Bi boneya 26’ê Gulanê Roja Têkoşîn li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk li paytexta Swîsre Brnê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Bi sedan kesên ku bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (YCŞ) li Reîtschûle kom bûn, bi dirûşman ber bi qada Hînden dem Kornhaûs ve çûn.

Di mîtîngê de li ser navê CDK-S, PYD, HDK, Ciwanên Alternatîf ên Swîsre (RJG) belavokên bi Elmanî hatin xwendin. Di mîtîngê de li ser navê Partiya Keskan Parlementerê Kantona Bernê Haşim Sncar hevşaredar Sûrê Fatma Şik Barût û aktivîsta mafê mirovan Maya Hoffman û nûnertiya Platforma Berxwedana Rojava-Efrîn axaftin hatin kirin.

Her wiha di axaftinan de bal hate kişandins ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyê wê ya li Efrînê .Bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li dijî van pêkanînên mafê mirovan dengê xwe bilind bikin.