Ji bo Efrînê li Lînzê çalakî

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi boneya 26’ê Gulanê roja têkoşîna Efrînê û xwedîderketina li gel, çalakiyek hate lidarxistin.

Di serî de li Ewropa û gelemperiya cîhanê îro ji bo Efrînê li ser lingan in û di çalakiyan de ne.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lînz ê Awûstûryayê çalakiyek lidar xistin.

Çalakiya ku li Schîllerparkê ya Lînzê di saet 15:00’an de hate lidarxistin, belavoka ku êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li dijî Kurdan tîne ziman hate xwendin.

Di çalakiyê de bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û çalakî bi dirûşim û sirûdan bi dawî bû.