Oker: Ji bo hemû gelan HDP projeya serketinê ye

Di axaftinên mîtînga piştgiriya bi HDP’ê ya li Kolnê hate lidarxistin de, ji bo azadî û demorasiyê ya li dijî dîktatoriya Erdogan, banga 24’ê Hezîranê biçin ser sindoqan hate kirin.

Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê ya li Kurdistan û Bakurê Kurdistanê, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Ewropa li gelemperiya Ewropa li gel hezaran dildaran lez dane xebatên xwe. Di serî de civînên gel, vekirina buroyan, aktivîteyên piştgiriyê û serdanam malan xebatekî yek car tê meşandin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Koln ê Ewlmanyayê mîtînga piştgiriya bi HDP’ê re hate lidarxistin.

Di mîtînga gelek nûnerên sazî û dezgehan tevlî bû de, bal hate kişandina ser pêkanînê faşîzma AKP’ê bang hate kirin ku her kesê li Ewropa biçe ser sindoqan û dengê xwe bide HDP’ê.

HDP JI BO HEMÛ GELAN PROJEYEKE YA RIZGARIYÊ YE

Di mîtîngê de Serokê Rûmet yê Konderesyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa (AABK) Tûrgût Oker axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê tu kes bi serê xwe nikare azad bibe û got: “Di serî de Kurd, Elewî, Laz, Çerkez û Ermenî hemû beş nikarin bi tena ser xwe rizgar bibin. Ji bo wê HDP ji bo hemû gelan projeya serketinê ye.Em Elewî li gel HDP’ê ne.”

Oker têkildarî redkirina namzetiya wî ya ji aliyê YSK’yê ve jî ev tişt got: “Em baş dizanin mexseda wan ne tenê nekirina parlemetere. Ew cih ji bo me qadekî ya têkoşînê ye. Soza me ji bo Demîrtaş û Yuksekdag heye. Divê wan û bi deh hezaran HDP’yiyên li girtîgehêne divê bên berdan.”

Oker bal kişand ser hilbijartinê û got: “Di nava HDP’ê de dilê 600 hevrêyên me di yek carê de lê dide. Di vî warî de çi li pêş çi ji li paş ferq nake. Ji bo vê dozekî me heye. Em bi sîstemek parlemeteriyê ku dixwazin li welat her kes wekhev û azad bijîn.Heta hilbijartinê ez ê li Ewropa gav bi gav bigerim.”

DIVÊ JI BO DERBASKIRINA HDP’Ê YA BENDÊ XEBAT BÊN XURTKIRIN

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî axivî û diyar kir ku wê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê Erdogan di sindoqan de bihêle û wiha pêde çû: “Dengê we pir girîng e. Eger ku em bixwazin Erdogan rawestînin, nexwazin DAIŞ û El Qaqîde welatê me bi rê ve nebe, yên ku ji demokrasiya rast bawer dikin, Elewî yekane tişta me bizanibin, divê HDP’ benda hilbijartinê derbas bike ye.”

Nûnerê Yekîtiya Suryaniyên Ewropa Yakûp Nûhomo jî piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê anî ziman û got: “Em Asûrî, Sûryanî, Kildan, Aramî jî destekê didin HDP’ê. Em ê 24’ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ji bo dawî li qirkirin, qetlîam û zilmê bînin em dixwazin HDP’ bi ser keve.

Siyasetmedarê Çerkez Arîf Unal jî diyar kir ku ev sîstem înkar û tinekirinê rewa dibîne û wiha nirxand: “Li ser vê xakê hemû reng tên tinekirin. Ev sîstem kêmenetewan tine dike. Ji bo li dijî vê sîstema qirker derkevin divê HDP bê destekkirin.

Nûnerê KKP’ê Serhat Çetînkaya jî anî ziman ku Kurd dixwazin di awayeke azad û demokrat bijîn û wiha pêde çû: “Kurd ji bo çand, ziman û azadiya xwe ya bi maf têkoşînê dike. Em jî weke partî li gel HDP’ê û daxwazên wê ne û destekê didinê. Divê gelê me yê li Ewropa 24’ê Hezîranê dengê xwe bide HDP’ê.

Serokê PÎK’ê Himet Serbilind jî destnîşan kir ku bawermendên Kurd ên li Ewropa dijîn li dijî AKP’ê û Erdogan divê dengê xwe bidin HDP’ê. Li ser navê Însyatîfa Karadenîz a Elmanya Mahîr Ofcan jî bang li hemû aliyên demokrasî ya muxalîf kir ku li bin sêwana hevpar a HDP’ê kom bibin.

Herî dawî jî Hevberdevka SYKP Ewropa Dûygû Yildiz jî axivî û diyar kir ku divê heta hilbijartinê hemû alî baş bixebtin. Li ser navê Partiya Çep Ozlem Demîrel û li ser navê Partiya Keskan jî Berîvan Aymaz jî axivî û peyamên piştgiriya bi HDP’ê re dan. Bang li alîgirên demokrasiyê kirin ku dengê xwe bikar bînin.