Derketina derveyî welat a hevserokên navçeya Cizîrê hate qedexekirin

Hevserokê DBP'ê Selahattîn Kolanç û Hevseroka HDP'ê ya Cizirê Guler Tunç ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibûn destgîrkirin, piştî li dozgeriyê îfade dan hatin berdan. Dozgeriyê, derketina derveyî welat li hevserokan qedexe kir.

Tûnç û Kolanç roja Duşemê ji bo îfade dayînê çûbûn Midûryeta Emniyetê ya Navçeyê û hatibûn destgîrkirin.

Îro Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Selahattîn Kolanç sewqî edliyeyê hate kirin û bi ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ tê sûcdarkirin. Derketina derveyî welat li Kolanç hate qedexekirin û şertê kontrola edlî hate berdan.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Cizîrê Guler Tunç jî pişti çû îfade da bi heman şertê qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.