Der Standard: Ji ber Efrînê li Tirkiyeyê şîn û bêçaretî heye

Yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Der Standard, ji pênûsa nûçegihanê xwe yê Tirkiyeyê nûçeyek bi sernavê "Li Tirkiyeyê ji ber Efrînê şîn û bêçaretî heye" weşand û işaret bi kuştiyên artêşa Tirk û 'bêçaretiya' li vî welatî kir.

Di spota nûçeyê de hat gotin, "Di şerê dijî Kurdan de windahiyên giran: Tirk kêm tiştan der barê rêveçûna şer û kuştina sivîlan dizane" û hat bibîrxistin ku tevî 12 leşkerên dawiya hefteyê mirin, hejmara leşkerên di hewldanên dagirkirina Efrînê de mirine herî kêm 30 e.

Di nûçeyê de bal hate kişandin ser dîmenê xistina helîkopterê ku ji aliyê QSD'ê ve hate ragihandin.

Rojnameyê parvekirinên gelek kesên navdar bi bîr xist û ragihand ku parvekirinên li ser mirina leşkeran û destnîşa kir ku di nava van parvekirinan de 'bêçaretî' û 'rexne' jî hene.

Rojnameya Der Standart diyar kir ku medya Tirk di nûçe û şîroveyên xwe yên li ser mijarê bi hesasiyeteke mezin diweşîne û kesên ku li ber vê rewşê radibin tên girtin. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku heta niha herî kêm 666 kes hatine girtin.

Di dewama nûçeyê de hejmara leşkerên mirî yên li gorî daxuyaniyên fermî yên artêşa Tirk hate dayin û hat bibîrxistin ku di hewldana dagirkeriyê ya Mertala Firatê ya 2016'an de 7 mehan 72 leşker miribûn. Hat gotin, li gorî hejmara fermî, 3 hefteyên vê dawiyê herî kêm 30 leşker û 150 çeteyên bi navê OSO hatine kuştin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku tevî bomberdûman û hemû hewldanan jî artêşa Tirk tenê kariye bikeve çend herêmên li ser sînor.