Demîrtaş ji bo hevdîtinan diçe Kanedayê

Demîrtaş ji bo hevdîtinan diçe Kanedayê

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo hin hevdîtina dê biçe serdaneke sê rojî li Kanedayê pêk bîne.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş dê biçe serdana Kanedayê û hin hevdîtinan pêk bîne. Demîrtaş dê 13’yê berfanbarê li Ottawayê bi nunerek Wezareta Derve, Parlementerê Partiya Muhafezekar Mark Alder û parlementerê Partiay Demokrat a Nû Niki Ashton re hevdîtin pêk bîne.

Piştre, Demîrtaş dê bi dorê ve bi Alîkarê Serokê Partiya Lîberal Jim Karygiannis û serokê giştî bob Rae re hevdîtin pêk bîne.

Demîtaş dê piştre li bajarên Toronto û Montreal tevlî civînên gel bibe û 17’ê berfanbarê jî dê vegere.