Demîrtaş: AKP heta qirika xwe ketiye nava sûc

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş: AKP heta qirika xwe ketiye nava sûc. Serokwezîrê demkî gav bi gav Tirkiyeyê ber bi şer ve dibe. Ti kes bila bi êrîşkirina HDP'ê re hewl nede xwe paqij nîşan bide.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo civîna Desteya Rêveberiya Navendî hat avahiya giştî û li ber avahiyê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Demîrtaş ji bo konsepta nû ya şer a AKP'ê got, "AKP heta qirika xwe ketiye nava sûc. Serokwezîrê demkî gav bi gav Tirkiyeyê ber bi şer ve dibe. Ti kes bila bi êrîşkirina HDP'ê re hewl nede xwe paqij nîşan bide."

Demîrtaş da xuyakirin ku HDP li ser karê xwe ye û got, "Eger tiştekî em jê bitirsiya hebûya, em îro ne li Enqereyê, ne li Meclîsê bûn."

Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Yên gotinên nebaş li hemberî HDP'ê bi kar tînin, bila li paşeroja xwe ya qirêj, li dîroka xwe binêrin. Berî ku hesap bidin radibin hewl didin hesap bipirsin. Eger polîtîkayek were sûcdarkirin hebe, ew jî yên ku Tirkiyeyê ber bi vî şerî ve diajo ye. Ti hesabekî me ku em nikaribin bidin, nîne."

Der barê pirsa li daxuyaniyên Serokwezîr Davûtoglû de Demîrtaş ev bersiv da: "Beriya her tiştî divê  Birêz Davûtoglû li ser mutebeqeta Dolmabahçeyê daxuyaniyê bide. Der barê vê mutebeqetê de çi dibêje? Şaş bû? Li ser vê mutebeqetê bi mehan xebat hat meşandin. Bi hev re daxuyanî hat dayîn. Serokkomar nêrînên xwe tîne ziman, gelo ti nêrîneke wî nîne? Serokwezîrekî ewqasî bê îrade ye? Bila di destpêkê de nêrînên xwe bîne ziman. HDP wê dûre daxuyaniya pêwîst bide."