Demîrel: Divê nîqaşên li Desteya Giştî bê sekinandin

Serokwekîla Koma HDP’ê Demîrel a girtî, got nabe ku dema ew girtî bin nîqaşên guhertina destûra bingehîn bên kirin. Parlamenterê HDP’ê Atalan jî got, “Ti wekîlên me, nûnerên me wê li beramberî neheqiyê, bêhiqûqiyê wê bi şûn de gavê navêje.”

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel ku li Girtîgeha Tîpa F a Nimre 1 a Kocaeliyê tê ragirtin, di celseya 2’yemîn a lêpirsînê de ku bi hinceta axaftinek xwe ya 25’ê Mijdara 2015’an a têkîldarî Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hatiye destpêkirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Mêrdînê axivî. Di rûniştinê de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Parlamenterê Mêrdînê Alî Atalan jî amade bûn.

Parêzera Demîrel Reyhan Yalçindag bal kişand ku dozgerê lêpirsînê ji ber 15’ê Tîrmehê tê darizandin, daxwaz kir ku lêpirsîna dozger bê kirin û darizandin bê rawestandin. Piştî daxwaz ji hêla heyeta dadgehê hat redkirin, îdîaname hat xwendin.

‘BAWERÎ BI DARAZÊ NAYÊ’

Çaglar Demîrel a ku daxwaza demê ya heyeta dadgehê red kir, bi rêka Sîstema Deng û Dîmen parastina xwe kir û ragihand ku piştî hatiye dadgehê hê nû fêr bûye bi hinceta ku îhtîmala wê ya revê heye hatiye binçavkirin û got, “Ji ber ez tenê wek serokwekîla nehatiye girtin mabûm, rayeya îmzeyê ya min bû. Bi vî şiklî jî bêalîbûna darazê ketiye nîqaşê. Bi aybet jî di anketên dawî de baweriya bi darazê heta ji sedî 2,9’an ketiye.”

‘EM ŞAHIDÊN QETLÎAMA NE’

Demîrel bal kişand ku lêpirsîna wê bi sedema axaftina wê ya têkîldarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ye, û wiha pê de çû: “Ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin me her têkoşîn daye. Di serî de mafê jiyanê, hedefa me parastina mafên mirovan e. Wek partiya muxalefetê, divê em polîtîkayên AKP’ê bişopînin û şaşitiyan nîşan bidin. Azadiya fikrînê mafekî destûra bingehîn e. Em bûn şahidên gelek bûyer û diyardeyan. Em bûn şahidên bûyerên li Nisêbîn, Sûr û Cizîrê.”
 

‘DIVÊ DESTEYA GIŞTÎ BISEKINE’

Demîrel, destnîşan kir ku wek 3’yemîn partiya mezin a Meclîsê ne û di hevdîtinên destûra bingehîn de niha ji derveyî pêvajoyê hatine hiştin û wiha dewam kir; “Di demek nîqaşên wisa de girtina parlamenterên HDP’ê derveyî Destûra Bingehîn e û divê nîqaşên desteya giştî bê sekinandin.”

Parêzera Demîrel a ku bi rêka Sîstema Deng û Dîmen tevlî dozê bû, parêzer Zeynep Çakmakçi jî diyar kir ku ji ber van axaftinan nabe ku darazek wisa bibe, diyar kir ku ev di çarçoveya azadiya îfadeyê ne û daxwaz kir ku ev wisa bê nirxandin.

Heyeta dadgehê jî rûniştin taloqî 30’ê Adarê kir.

ATALAN: EM Ê BI ŞÛN DE GAVÊ NAVÊJIN

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan jî piştî rûniştinê li ber Edliyeya Mêrdînê daxuyanî da û got; “Li dijî îradeya gelê me darbeyek heye. Daxuyaniya wekîla me ya jin a li dijî qetlîamên jinan wek sûc hatiye nîşandan. Em ji vir jî fêm dikin ku zihniyeta AKP’ê bûye dijminê gelê Kurd, jinên Kurd. Ti wekîlên me, nûnerên me wê li beramberî neheqiyê, bêhiqûqiyê wê bi şûn de gavê navêje.”