Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ji 10 endaman pêk tê, ku ji Îzlanda, Hindistan, Îtalya, DYE û Qraliyeta Yekbûyî siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen, parêzer û aktîvîstên tevgera civakî di nav de hene.
Delegasyonê ji ber şewba Covîd-19 civîna xwe di Sibata 2021'ê de li ser înternetê çêkiribû û encamên vê civînê bi raporekê eşkere kir.
Heyetê xwest, pêvajoya siyasî ya ku sala 2015'an bi dawî bû jinûve bê destpêkirin û di raporê de bal kişand ser vê yekê: "Di encama her lêkolînê de muxatabên me binpêkirinên mafên mirovan ên li welêt zêde dibin, bi tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan ve girê didin. Destnîşan kirin ku sîstema Îmraliyê ne tenê li girtîgehan belav bûye, di dheman demê de li nava tevahiya civakê belav bûye. Berfirehkirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tê wateya sazûmanbûna faşîzmê. Destûra Bingehîn bi cih nayê anîn, qanûnên Tirkiyeyê bi cih nayên anîn, hiqûqa navneteweyî bi cih nayê anîn, biryarên dadgeha navneteweyî bi cih nayên anîn. Li şûna vê jî sîstemeke bêcezahiştinê û zordar heye."
Heyetê nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî da û destnîşan kir ku ev bêdengî tê wateya "hevkariya sûc."
Di raporê de hate gotin, "Di vê demê de civaka navneteweyî li kêlekekê ma û bi bêdengî lê temaşe kir. Ev bêdengî hevkariya sûc e. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), di Gulana 2019'an de serdana girava Îmraliyê kir û rapora xwe di Tebaxa 2020'î de hate weşandin. Bi vê raporê re bi rengekî nediyar bang li rayedarên Tirk kir ku 'bêyî dereng bikeve revîzyoneke giştî bike'. Rayedarên Tirk jî ne tenê ev bang pêk neanî, tecrîd girantir kirin, qedexeyên nû li Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ferz kirin û têkiliya wan a bi derve re bi temamî birîn. Ji 27'ê Nîsana 2020'î ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Lê belê bi rengekî ku nayê vegotin, CPT dema ku Çileya 2021'ê serdana Tirkiyeyê kir, bi israr neçû serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê û pêşniyarên xwe yên berê neşopand.
Bêdengî û hevkariya sûc a saziyên Ewropayê bi rejîma Erdogan re, di serdana Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya Îlona 2020'î li Tirkiyeyê kir û ji Zanîngeha Stenbolê madalya rûmetê wergirt, hîn bêhtir hate dîtin. Piştre jî serdana Mêrdînê kir û bi qeyûmên tayînkirî re civîn çêkir."
Di raporê de herî dawî ev pêşniyar hatin kirin:
"Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, gelekî girîng e ku zextên li ser dewleta Tirk bên dewamkirin. Divê zext li mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî bi taybetî jî li Konseya Ewropayê bê kirin. Divê CPT bê teşwîqkirin ku hêza xwe ya lêpirsîna di doza Îmraliyê de heta dawiyê bi kar bîne.
Hikumet, sazî û civaka navneteweyî ji bo dest li sîstema tecrîdê werin bên teşwîqkirin. Ku ev tecrîda li ser Ocalan a li tevaiya civaka Tirkiyeyê belav bûye, dibe sedema binpêkirinên mafên mirovan ên girseyî û tirsnak.
Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin divê tavilê serî li saziyên civakî yên navneteweyî yên mîna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bê dayin.
Piştevaniya nava sendîkayan pêwîste li asta navneteweyî bê berfirehkirin.
Tevgerên civakî bên teşwîqkirin ku têkiliya piştevaniyê bi tevgera azadiyê ya Kurd û komên din ên muxalîf ên li Tirkiyeyê re deynin. Pêwîste tevgerên jinan ên navneteweyî bên teşwîqkirin ku bi rêya daxuyaniyên nivîskî, peyamên bi dîmen û serdanên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin tevgera jinên Kurd.
Rêxistinên jinan ên navneteweyî hişyariyê bidin Konseya Ewropayê ku di mijara tundiya dijî jinê ya li Tirkiyeyê de tavilê bikeve nava liv û tevgerê û zextên li ser Tirkiyeyê zêde bike.
Parêzerên li qada navneteweyî bên teşwîqkirin ku serî li mekanîzmayên dadgeriyê yên navneteweyî bidin, dijberiya tecrîdê ya li qanûnê bînin ziman û şermezar bikin. Ev parêzer bên teşwîqkirin ku piştevaniyê bidin hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê.
Ji bo ev mijar di asta navneteweyî de bikeve rojevê kar bê kirin, kampanyayên piştgiriyê bên meşandin.
Gelên cîhanê di vê mijarê de ji bo çalakiyan bikin bên teşwîqkirin, nivîskar, rewşenbîr û rayedarên hilbijartî bên agahdarkirin ku zextê li hikumeta Tirkiyeyê bikin.
Divê serdana hîn bêhtir heyetan ji bo Tirkiye û Kurdistanê bên organîzekirin, ev heyet jî ji siyasetmedar, akademîsyen, kesên li nava raya giştî naskirî û endamên sendîkaya pêk bên.