Girtin û darvekirinên Îranê yên li dijî şoreşgeran Parlementoya Swêdê xist rojeva xwe. Li ser pêşnûmepirsa Parlementera Partiya Çep Kakabaveh dê 15’ê Çileya 2013’an li Parlementoyê bê nîqaş kirin.
Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh bi pêşnûmeyekê darvekirin, tundî, êrîş û girtinên rejima Îranê ya li dijî karker û şoregeran pêşkêşî Parlementoya Swêdê kir.
Kakabaveh da zanîn ku, dema behsa Îranê tê kirin, destpêkê petrol, çekên kîmyawî û darvekirin tê bîra mirov û got pêwîste mirov “sîstema edaleta rizî jî” li ser zêde bike.
Di pêşnûmepirsa ku ji bo Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt bibersivîne dayî de balkişande ser hêjmara kesên têne darvekirin her sal tê guhertin û îsal gihaye asta rekorê.
Kakabaveh da zanîn ku, piştî ku sala 1979’an Rejima Îslamî hatiye ser desthilatdariyê makezagonekî li ser bingehê Zagonên Şerîatê xistiye meriyetê, çavkaniyên Îranê ne ji bo gel ji bo xwe bikartînin û ji aliyê klîkekî olî ve tê birêve birin, her wiha bibîr dixe ku, di welatek yê dewlemend de xelk hemû feqîr jiyan dike. Ji bo sîstema meleyan rêveberiya xwe berdewam bike, bîrokratên kariyerîst, teknorat û leşkeran hevkarî kiriye.
Di pêşnûmeyê de tê gotin ku, yên welat birêve dibin zagonên ku wan bixwe danîne bicih naynin, li dadgehan bêy ku delîl û belge hebin biryarê didin, biryarên serbest berdana girtiyan yên ji aliyê dadgehên asta jor, ji aliyê dadgehên herêmî ve nayên pêkanîn. Her wiha ev dîtin di pêşnûmeyê de cih digirin:
‘ZALIMTÎ BI ZIRAVÎ HATIYE FIKIRÎN’
“Armanc ewe ku di bin pêkûtî, perçiqandin û tirsê de hêlane. Zalimtî biziravî hatiye fikirîn. Zilaman bi vîncan vedikin û jinan jî didin ber keviran û dikujin. Jib o gel çavtirsyayî bikin înfazkirin li nava qadan tên kirin û her ku diçe darvekirin zêde dibe. Muhafizên polîtîk bi sûcdarkirinên sextet yên weke kasibkartiya madeya hişber tên girtin û darvekirin. Serokên sendîkayan bi cezayên giran yên zindanan têne cezakirin û li girtîgehê rastî îşkenceyên mezin tên.”
Kakabaveh aşkera kir ku, ev hemû tişt jiyan dibin, şûna ku cîhana derve bala xwe bide ser darvekirin û girtinên li Îranê, programa nukleerê dixin rojeva xwe. Kakabaveh destnîşan kir ku, êdî dem hatiye cîhan dest bavêje binpêkirinên mafan yên li Îranê. Kakabaveh bibîrxist ku, serokên karkeran Reza Shahabi, Afshin Osanloo, Benham Ebrahimzadeh, Mohammad Jarahi, Pedram Nasrollahi û Shahrokh Zemanî li zindanan tên girtin û cezayên girandane hinek ji avana.
Pêşnûmeya Kakabaveh dê 15’ê Çileyê li Parlementoyê bê nîqaşkirin.