Dayikên Şemiyê ji bo Malbata Bûlût a di bin çavan de hatî windakirin, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya bi bariyeran hatî dorpêçkirin, ji bo Malbata Bûlût a di bin çavan de hatî windakirin, hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya bi bariyeran hatî dorpêçkirin, ji bo Malbata Bûlût a di bin çavan de hatî windakirin, hatin ba hev.
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1001’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Qad ji aliyê polîsan ve bi bariyerên hesin hate dorpêçkirin.
Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Mûstafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bûlût ên ji heman malbatê, bên eşkerekirin. Malbata Bûlût sala 1994’an li navçeya Lice ya Amedê hate windakirin.
Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de bi êşkenceyê hate qetilkirin, Masîde Ocak qala çîroka Malbata Bûlût kir.
Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.