DAIŞ'ê 3 jinên Kurd li nêzî Ezazê revandin

DAIŞ'ê 3 jinên Kurd li nêzî Ezazê revandin

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser rêya di navbera Heleb û Ezazê de li nêzî balafirgeha leşkerî ya Minixê welatiyên Kurd direvîne

Li gorî hin çavkaniyên herêmî diyar kirin ku DAIŞ li ser rêya di navbera bajarên Heleb û Ezazê de li nêzî balafirgeha leşkerî ya Minixê welatiyên Kurd direvîne. Her wiha maşinê di vir re derbas dibin kontrol dike û di pirsên ka Kurdên ya na. Çavkaniyan dane zanîn ku li ser benda kontrolê ya DAIŞ'ê 3 jinên Kurd ji maşina rêwiyan daxistine û piştî lêpirsînê ku 3 saetan dirêj kir serbest berdan.

Yek ji van jinên ku serbest hatine berdan Emîne Weqas (22) piştî ku hate berdan wiha got: “Dema em gihîştin benda kontrolê ya DAIŞ'ê ya nêzî balafirgeha leşkerî ya Minixê, çeteyan maşina kontrol kirin û kesekî ji wan ku bi zareveya Yemenî diaxivî em ji maşinê daxistin. Piştre ji aliyê Emîrekî wan ve lêpirsîn bi me re destpê kirin û ji me xwestin ku em cilên Îslamî li xwe bikin û pêlavên werzişê nexin pêyên xwe.”

Çakaniyan herêmê jî diyar kirin ku hemû welatiyên di vir re derbas dibin tên kontrol kirin û heta çenteyên jinan kontrol dikin û ji hemû jinan dixwazin ku cilên Îslamî li xwe bikin û ser çavên xwe bigirin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku piraniya kesên li ser benda kontrolê radiwestin biyanî ne û ji dewletên ereb in.