CNN: Nehêlin ku tecrûbeya demokratîk a li Rojava bê têkbirin

Li CNN International nûçeyek bi sernavê "Demokrasiya herî pêşketî ya cîhanê ava dibe. Nehêlin ku bê têkbirin" a bi îmzeya Rahîla Gûpta hate weşandin.

Rahîla Gûpta işaret bi helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kir ku êrîşên dagirkeriyê yekser şermezar nake û qala 'fikarên rewa yên Tirkiyeyê yên li ser sînor dike' û got, ev yek pêşî li êrîşan vedike. Gûpta got, di raporan de tê dîtin ku bomberdûman bi giranî li sivîlan tê kirin.

JI EREBÊN KU ZEXT LI WAN DIKIRIN RE KOTA TEMSÎLIYETÊ DIDIN

Gûpta destnîşan kir, li Rojava ku Efrîn jî di nav de ye, sîstemeke ku li welatên rojavayî jî nîne tê ceribandin û işaret bi girîngiya vê sîstemê tê kirin ku li ser bingeha wekheviya jin û mêr ava bûye. Gûpta bi bîr xist ku Ereban demeke dirêj zext li Kurdan kirin, lê tevî vê yekê jî li cihê ku Kurd lê zêde ne kotayeke bilind a temsîliyetê didin Ereban.

SÎSTEMA JI BER NÊRÎNÊN OCALAN HATE AVAKIRIN

Nivîskar bi bîr xist ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bûye stargehek ji bo bi sed hezaran penaberan û ragihand, Kurdan sîstema xwe ya heyî ya demokratîk ji ber nêrînên Rêberê xwe yê gel Abdullah Ocalan ava kirine.

'BI SEKINANDINA FIROTINA ÇEKAN Û BI DERXISTINA JI NAVA NATO'YÊ EM DIKARIN DEST PÊ BIKIN'

Rahîla Gûpta diyar kir, Kurd sîstema netewe dewletê anî demokratîk, mîlîtarîst û baviksalarî dibîne, lewma li dijî vê sîstemê wan xwerêveberiya xweser tercîh kirine. Tahîla Gûpta di nivîsa xwe de vê tespîtê û bangê dike: "Şoreşa Rojava (Bakurê Sûriyeyê) dikare rê li ber avabûna cîhaneke nû vedike. Erdogan gotibû, 'wezîfeya me ew e ku berî ava bibe, em wê bifetisînin'. Ava bû û dikare cîhaneke hê însanî, rasyonel, etîk û wekhev derxîne holê. Ji bo ev şoreş bidome, çi ji destê me bê divê em bikin. Bi sekinandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê, bi xwestina derxistina ji nava NATO'yê em dikarin dest pê bikin."