Ciwanên Kurd tevlî refên YPG’ê dibin

Ciwanên Kurd tevlî refên YPG’ê dibin

Piştî berxwedana li dijî êrîşa komên çete li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê,xwedîderketina Yekîneyên Parastina Gel-YPG zêde bû. Meclîsa Gel a bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi hêzên YPG re ragihand. Her wiha, 100 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên YPG ragihandin.

Meclîsê li dijî hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bang li keç û xortên Kurd kir da ku tevlî nava refên YPG bibin. Yekîneyên Parastina Gel yên li bajarên Heleb, Efrîn û Serêkaniyê li hemberî komên çekdar ku dixwestin herêmên Kurdan dagir bikin, berxwedaneke bi rûmet nîşan dan, niha jî bûne hêviya rizgariyê ya hemû gelên li herêmê.

Meclîsa Gel a bajarê Dêrikê bi armanca piştgiriyê bide hêzên YPG daxuyaniyek da. Daxuyanî bi tevlîbûna endamên meclîsê û gelek kesayetiyên Ereb û Xirsitiyan hat dayîn. Endamê Meclîsa Gel Yûsiv Hacî daxuyanî xwend û bal kişand ser tevlîbûna çalak a gelê Kurd di nava şoreşa Sûrî ya aştiyane de.

Haci bi bîr xist ku hêzên ku xwe li aramî û jiyana bi ewle ya herêmên Rojava ranagirin bi êrîşan hewil didin jiyan gel têk bibin. Endamê Meclîsa Gel diyar kir ku berxwedana Yekîneyên Parastina Gel planên van derdoran têk bir.

Yûsiv Hacî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bilî YPG tu hêzeke din a leşkerî li ser xaka Rojava napejirînin û bang li keç û xortên Dêrikê kir da ku tevlî nava refên YPG bibin. Piştî ku li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê Yekîneyên Parastina Gel li dijî hewildanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bi rûmet kirin, tevlîbûna nava refên YPG jî zêde bûn.

Li bajarê Dêrikê 100 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên YPG ragihandin.

Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger, piştî êrîşa li dijî bajarê Serêkaniyê, ji bo xurtkirina parastina gel li hemberî hewldanên destwerdanê, dest bi pêngava tevlîbûna nava refên YPG kiribû. Koordînasyonê diyar kiribû ku ew ê bi vê pêngavê hezar endamên xwe tevlî nava YPG bikin.

Di çarçoveya pêngavê de, endamên tevgera ciwanên şoreşger li bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de, 100 endamên Ciwanên Şoreşger tevlîbûna xwe ya nava refên Yekîneyên Parasatinê de ragihandin.

Ciwanên tevlîbûna xwe ragihandin diyar kirin, ku li Rojavayê Kurdistanê hêza parastinê ya rewa tenê YPG ye û anîn ziman ku ew amade ne ji bo parastina nirxên gel li hemberî êrîşan canê xwe feda bikin.

Piştî daxuyaniyê, endamên Ciwanên Şoreşger serî li navenda Yekîneyên Parastina Gel dan.