Ciwanên Azad: Bi berxwedana serdemê wê komplo têk biçe

Ciwanên Azad diyar kir, şerê îradeyê yê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir li çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her deverê belav bûye.

Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyeke niîskî weşandin û diyar kirin ku hêzên hegemon ên nikarin xwe li jiyana azad a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin rabigirin, komplo ji nû ve li Efrînê xistine rojevê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, yekane alternatîfa sîstema kapîtalîst, di şexsê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û Rêbertî de derketiye holê û hat gotin, "Şerê îradeyê yê bi pêşengiya Rêbertî dest pê kir li çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her deverê belav bûye. Hêzên navneteweyî nekarî xwe li yekîtiya jiyana azad a gelan ku li Rojava şênber bûye rabigirin û dek û dolabên xwe yên gemarî li ser axa rojava digerînin. Erdogan û çeteyên wî, bi hewldana dagirkirina Efrînê re xwestin ku komkujiyên li Kobanê û Bakurê Kurdistanê kir, ji nû ve bikin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji Erdogan û çeteyên wî hebû ku  sê rojan axa Efrînê dagir bikin, lê belê nêzî meheke nikarin encamekê bi dest bixin û li pêşberî berxwedana Efrînê asê mane.

Komalên Ciwan ragihandin ku hêzên hegemon wateya berxwedana li Efrînê fêhm nekirine û wiha dewam kir: "Îradeya hevgirtinê ya gelan a li Efrînê mîna sîleyekê li rûyê wan ketiye. Komploya ku Rêberê me 20 sal in pêşî lê girt, li Efrînê careke din tarûmar bû.

Em weke ciwanên li Ewropayê dijîn, têkoşîna li ser xeta berxwedana destanî ya rêberê xwe, week wezîfeyekê dibînin. Çawa ku li Kobanê, Bakurê Kurdistanê û Şengalê ciwan bi erka pêşengiya berxwedanê rabûn, wê îro jî li Efrînê bi rola pêşengiyê rabin û vê êrîşê têk bibin. Ciwan wê biherikin qadan û li nava refên têkoşîna Efrînê berxwedana dîrokî ya xwe dispêre hêza xwe nîşanî hêzên mêtinger faşîst bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de meş û mîtînga 17'ê Sibatê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate bibîrxistin û bang li her kesî hate kirin ku bi dirûşma 'Serî hilde' tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin.