Ciwan û zarokên tevlî Newroza Konya bûn destgîrkirin

11 ciwan û zarokên ku xwestin tevlî Newroza Konyayê bibin, hatin destgîrkirin.

Li gundê Golyazi ya girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, ciwanan duh bi şev agirê Newrozê pê xistin. Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin, ji aliyê yekineyên eskerî ve hatin astengkirin. Leşkerên ku ciwan asteng kirin, 11 ciwan û zarok destgîr kirin.

11 ciwan û zarokên ku sedema destgîrkirina weke pîrozkirina Newrozê hat nîşandan, piştî li Qereqola Golyazî îfade dan, sewqî Miduriyeta Polîsan a Cîhanbeyliyê hatin kirin. Hat diyarkirin ku ciwan û zarok wê îro bibin Miduriyeta Polîsan a Konyayê. Hat destnîşankirin ku biryara 4 roj destgîrkirin û qedexeya hevdîtina parêzeran ji bo ciwanan hatiye dayîn. 

Navê ciwan û zarokên hatin destgîrkirin wiha ne: “Muhammed Devecî, Hamît Karayel, Haci Karagoz, Huseyîn Apaydin, Mehmet Altûntaş, Hasan Biçakçi, Fîkret Aydin, Bunyamîn Havûtçû, Denîz Yildiz, Hasan Onat û Îsmaîl Yildirmpinar.” 

Hat ragihandin ku di nava kesên hatin binçavkirin de zarok jî hene.