Chaliand: OSO'ya Tirkiyê ji DAIŞ e

Pisporê têkiliyên stratejîk ên navnetewî û şerê bi çekan Gérard Chaliand di rojnameya Le Figaro de nivîsek nivîsand. Di dinivîsa xwe de Gérard Chaliand  diyar kir ku komên dewleta Tirk di bin navê OSO de pêşkêş dike, komên DAIŞ'ê ne.

Nivîskar Gérard Chaliand ku di sala 2015'an de pirtûka bi sernavê „Pirsgirêka Kurd di dema DAIŞ'ê de“ nivîsandibû, di rojanmeya Le Figaro de nivîsa wî ya bi sernivîsa, ''Şerê Efrînê: Bêbextiya rojavayiyan a li Kurdan“ hate weşandin.

Di nivîsa rojnameya Fransî Le Figaro de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li hemberî Efrînê têne analîzkirin û tê gotin ku hêzên Rusyayê bi Tirkiyê re li hev hatin, piştî ku DYA'yê jî li hember derneket, êrîşa dagirker dest pê kir. Gérard Chaliand ji bo çeteyên bi ser Tirkiyê ve jî ev got: „Hêzên ji Suriyê ku Tirkiyê bi wan re tifaq çekiriye, ji cîhadîst in. An tevgerên Dewleta Îslamê (DAIŞ) in an jî tevgerên bîrodoziya wan nêzî DAIŞ'ê ne. (…) Navê mudaxaleya eskerê Tirk 'çiqlê zeytûnê' ye. Tiştek xweş e mirov dîktator be. Bi mîzaheke tarî xwe li gorî bê çawa ji derve ve dixuyê eyar dikin.“

Gérard Chaliand di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku Kurd xwedî tevgereke eskerî siyasî ne û got ji dema Kobanê û vir ve bi disîplîneke zêde û b motîvasyona têkoşînê li hemberî DAIŞ'ê şer dikin.

Di nivîsa Le Fîgaro de Gérard Chaliand her wiha bal kişande ser têkiliyên di navbera Emerîka û Rusyayê de û diyar kir ku ev şêweyê têkiliyê di navbera herdu hêzan de di dema vekirina deriyê Cerablusê de jî çêbûbû.

Li gorî Gérard Chaliand Tirkiyê û Rusyayê derbarê ku Rus xwe ji Efrînê vekişînin û Tirkiye jî ji teşwîqkirina xistina rejîma Şamê bigere, li hev kirine.

Gérard Chaliand gefên dewleta Tirk ên li hember Mimbicê bibîr dixe û diyar ku DYA wê mudaxeleyî êrîşên dagirkirinê yên li hember Efrînê neke. Li gorî Gérard Chaliand fikarên Trump ên sereke niha li ser hin mijarên din e. Gérard Chaliand derbarê mijarê got: ''Dema berjewendiyên DYA'yê rasterast ne di talokeyê de bin, niyeta wê ya mudaxaleyê nabe. Wê bibêje ev naye qebûlkirin, lê wê qebûl bike. Bi şermezarkirina tevgerên şer wê xwe sînordar bike.“

HELWESTA RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK Û YA ÇAPEMENIYÊ GIRÎNG E

Gérard Chaliand helwesta Ewrûpayê jî rexnekir û got: ''Ev rêwş girîngiya rayagiştî û çapemeniyê ya li welatên demokratîk bi bîr tîne, ew jî heke bi awayekî baş karê xwe bikin.“

Gérard Chaliand pêşkêtinin li Başurê Kurdistanê yên piştî êrîşên rejîma Saddam bibîr xist û bawer nake ku heman rewş li Efrînê jî pêk were.

Gérard Chaliand vê wiha îzah dike: ''Tirkî endamê NATO'yê ye. Ji bo DYA'yê mijarên din sereke ne. Li gorî berjewendiyên Rusyayê jî Kantona Efrînê ne mijara sereke ye, berdewamiya rejîma Şamê wê eleqeder dike.“