Cenazeyên qurbaniyên Helebê dê sibê bispêrin axê

Cenazeyên qurbaniyên Helebê dê sibê bispêrin axê

Cenazeyên welatiyên ku di êrîşa li hemberî Taxa Şêxmeqsut a Helebê de jiyana xwe ji dest dabûn, dê sibe li Goristana Şehîdan a Gundê Metîna yê girêdayî Bajarê Efrînê bispêrin axê.

Ji welatiyên ku di êrîşa topên hawanê ya li dijî Taxa Şêxmeqsut Xerbî ya Helebê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên 10 welatiyên kurd dê sibe bi merasîmekê bispêrin axê. Hate ragahindin ku cenazeyên bi navê Lokman Hebeş (40), Mehmut Kemal Reşo (27) zarokên bi navê Mizgîn Mistefa Seydo û Sindiyat Mistefa Seydo, dayika herdu zarokan Semîra (45), Istirvan Lokman Îbîş (12), Îlham Lokman Îbîş (7), Sosin Horik Hesen (ducanî ye), Îbrahîm Mehemed Mehemed, Hefya Enwer Cabo (5) dê sibe saet di 09.00’an de li Goristana Şehîdan a li gundê Metîna yê girêdayî Efrînê bêne definkirin. Hate hînbûn ku dê cenazeyÊ welatiyê ereb ê bi navê Evdila Hisên Elo (61) jî dê li Helebê bê bipsêrin..

Di vê navberê de hate hînbûn ku 13 welatiyên birîndar bûne jî kurd in û ji bajarê Efrînê ne. Navên birîndaran wiha ne:

Nezife Mehmet Emin Hecî Hebîp (60) ji gundê Şêxurzê, Henan Şêxo (40) ji gundê Meydan Ikbısê ye û rewşa wî giran e, Şêrwan Evdilkadir Hebeş (16) ji gundê Meydano, Îbrahîm Welîd Miqdat (26) ji gundê Ekan, Mehemed Mehemet Beko (28) ji gundê Memulo, Nîgar Berakat Hemuş (28) ji gundê Celemê, Yusif Ebdo Hemdido (50) ji gundê Elikê, Sîwar Enwer Cabo (12) ji gundê Koxirê, Enwer Cabo (50) ji gundê Koxirê, Leyla Reşîd Reşo (28) ji gundê Cindirêsê, Ciwan Xelîl Dawit (7) ji gundê Qorta, Elî Silêman Selmo (67) ji gundê Basufan, jinek ku temenê wê derdora 70’yan de ye û nasnameya wê nehat hînbûn.