Cenazeyên 10 welatiyên Kurd ên ku duh di encama êrîşa topên hawanê ya li dijî Taxa Şêxmeqsud ya Helebê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo ku bên definkirin ber bi Efrînê ve birê kirin.
Ji welatiyên ku di êrîşa topên hawanê ya li dijî Taxa Şêxmeqsut Xerbî ya Helebê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên 10 kurdan îro di demjimêr 10.00’an de ji nexweşxaneya Taxa Şêxmeqsud ji aliyê girseyek qelebalix ve hatin wergirtin û bi karwanekî ber bi Efrînê ve birê kirin. Cenazeyên Kurdên bi navê Lokman Hebeş (40), Mehmut Kemal Reşo (27) zarokên bi navê Mizgîn Mistefa Seydo û Sindiyat Mistefa Seydo, dayîka herdu zarokan Semîra (45), Istirvan Lokman Îbîş (12), Îlham Lokman Îbîş (7), Sosin Horik Hesen (ducanî ye), Îbrahîm Mehemed Mehemed, Hefya Enwer Cabo (5) dê li Goristana Şehîdan ya li gundê Metîna yê girêdayî Efrînê bêne definkirin.