Cenazeyê gerîllaya HPG'ê Derya Tamer ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, dê sibê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî bê definkirin.
Malbata gerîllaya HPG'e Derya Tamer, cenazeyê keça xwe ji Meletiyê wergirtin û anîn amedê. Cenazeyê gerîlla Derya Tamer (Ronahi Yekbûn) ya ji Dara Hênê ya Çewlîkê ku di 16'ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, dê sibê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî bê definkirin.
Cenazeyê HPG'ê bi sloganên "Şehîd namirin"li goristana Yenîkoyê ya Amedê hate pêşwazîkirin. Girsê li vir bê navber sloganên "Ey şehîd çeka te li erdê namîne", "Şehîd namirin" berz kirin. Darbesta bi ala PKK'ê hatibû pêçan danîn ser milê xwe û birin Morga Yenîkoyê.
Cenazeyê HPG'ê Tamer dê sibê li Yenikoyê saet di 11.00'an de bi girseyî bê definkirin.