Cenazeyê gerîllayê HPG'ê Mecît Behrang (Dilgeş Dilovan) ê ku li navçeya Aricakê ya Xerpêtê jiyana xwe ji dest da bi hinceta dozger li destûrê ye malbatê cenaze wernegirt.
Malbata Endamê HPG'ê Mecît Behrang (Dilgeş Dilovan) ê ku di 1'ê kanunê de li navçeya Aricakê ya Xerpêtê bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ji bo cenaze werbigire hate Meletiyê.
Malbatê piştî cenaze teşhîs kir xwest cenaze werbigire. Lê polîsan ji malbatê re got dozger li destûrê ye û incax 13 roj şunda dikarin cenaze werbigirin. Malbat bêyî cenaze werbigire vegeriyan Rojhilatê Kurdistanê.