CDK-F û TJK-F'yê helwesta Fransayê şermezar kirin

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) destgîrkirina 12 welatparêzên Kurd li Parîs, Marsîlya û Dragûîgnanê şermezar kirin.

Di daxuyaniya TJK-F'yê de li ser serdegirtinên serê sibehê yên li sê bajaran hate gotin, "Polîsên Fransayê li Parîs (Drancy), Marsîlya û Dragûîgnanê, di serdegirtina dijî Kurdan herî kêm 12 welatparêz hatin destgîrkirin. Di dema serdegirtinê de deriyên sazî û malên Kurdan bi rêbazên faşîzan hatin şikandin û bi vî rengî hatin destgîrkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê helwesta Fransayê şermezar dikin. Rêbazên ku Erdogan li dijî Kurdan bi kar tîne vê carê ji aliyê hikumeta Fransayê ve têne bikaranîn."

TJK-F'ê destnîşan kir ku cîhan tev zane ku Kurd mafdar in, wê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin û wiha dewam kir, "Zextên bi vî rengî me ji têkoşîna me venagerîne, berevajî wê me xurtir bikin. Di serî de jin divê gelê me bibe yek û nerazîbûna xwe li dijî van zextên faşîzan û neheq nîşan bidin û xwedî li saziyên xwe derkevin."

CDK-F: LI FRANSAYÊ DEWLETEKE KÛR HEYE

Di daxuyaniya CDK-F'ê de jî hate gotin, "Hêzên tarî yên di bin sîwana dewleta Fransayê de ne, careke din li ser pişta Kurdan bazarî bi Erdogan re kir."

Di daxuyaniyê de hevdîtina Erdogan û Macron a 2'ê Adarê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku serdegirtin di demekê de hate kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan zêde bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lêgerîn, girtin û hewldana krîmînalîzasyonê ya îro li dijî Kurdan hate kirin, ji kiryara berê ya Alfred Dreyfûs ne cuda ye.

Tenê gotinek me heye, emê dest ji têkoşîna xwe ya rewa bernedin."

Di daxuyaniyê de bang li saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî hate kirin ku li ber vê neheqiya li Kurdan tê kirin rabin."