AKP a ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de têk çû, dîsa îradeya gelê Kurd desteser kir û nîşan da ku mafê hilbijartinê bi taybetî ji bo Kurdan nîne û şekliye. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bi hinceta doza qirkirina siyasî ya di bin navê KCK'ê de bi awayekî bêhiqûqî ji peywirê hate dûrxistin, şaredarî hate desteserkirin û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Gelê Kurd ku li dijî vê dagirkeriyê li her derê Kurdistanê daket kolanan û helwesta xwe raber kirin.
‘NE HIQÛQÎ SIYASÎ YE’
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan der barê vê derbeya siyasî de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku cezayê ku li Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn ne hiqûqî bi temamî siyasî ye. Canan, bibîr xist ku Desteya Bilind a Hilbijartinê ji bo Mehmet Siddik Akiş bibe hevşaredar ti astengî nedîtiye û piştî hilbijartinê mazbeta wî hatiye dayîn. Canan, anî ziman ku dozek ku di sala 2014’an de derbarê Mehmet Siddik Akiş de hatibû vekirin, heta roja îro ti pêşketin di dosyayê de çênebûye lê piştî hilbijartinê di nava mehek de hemû kêmasiyên dosyayê tên temam kirin û ceza didin. Canan, diyar kir ku ji ber di dosyayê de delîlên guncav nîne divê dosya bê betalkirin.
‘QANÛN BI AWAYEKÎ WEKHEV NAYÊ PÊKANÎN’
Canan, destnîşan kir ku qanûn bi awayekî wekhev nayên pêkanîn û got, “Mînak li rojavayê Tirkiyeyê dema serokê şaredariyê ji wezîfeyê digirin, derfet didin meclîsa şaredariyê kesek ji nava xwe hilbijêre. Yekser desteser nake. Ya divê bê kirin jixwe ev e. Lê ev pêkanîn ji bo bajar ango şaredariyên li Kurdistanê ne derbasdar in. Ji bo şaredariya Colemêrgê jî wiha bû.”
‘BI AWAYEKÎ ZELAL ÎRADEYA GEL TINE DIHESIBÎNIN’
Canan, da zanîn ku ev cara sêyemîne li Colemêrgê îradeya gel tê desteserkirin û wiha domand, “Ev yek jî tê wateya ku bi awayek zelal îradeya gel tine dihesibînin. Gel peyama, ‘Çi dibe bila bibe em we nasnakin û em ê rêgez û qanûnan bi xwe pêk bînin’ dide. Divê bê zanîn gel rejîma desteserker nasnake. Mînaka vê encama hilbijartinên 31’ê Adarê ye.”