BI DÎMEN

Çalakgerên hefteya 238. a 'Nobeda Azadiyê' koma ji Gîessenê ye

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 238. de ye.

Çalakî li pêş avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin. Kurdistaniyên ji bajarê Gîessen ê Elmanyayê hatin, vê hefteyê bûn nobedar.

Çalakgerên vê hefteyê Ekrem Hezexî, Osman Rojava, Emîn Resûl û Rojhat Zaxo ne.

Li ser navê koma ji Gîessenê daxuyaniyek hat dayîn û bal hat kişandin ser girîngiya Nobeda "Ji Ocalan re Azadî" ku di sala 5'an de ye. Çalakgeran dan xuyakirin, azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd yek e û gotin, ew ê xwedî li şehîdan û têkoşîna azadiyê derkevin.

Çalakgeran diyar kirin, ew hêvîdar in di sala 2017'an de Ocalan û gelê Kurd azad bibin û anîn ziman, Kurdên li dora nêrînên Ocalan li hev civiyane, xwe li tevahiya cîhanê îspat kirine.

Çalakgeran bang li gelê Kurd kirin, ku di vê pêvajoya girîng a têkoşînê de li qadan bi xurtî têbikoşe.

Nobeda "Ji Ocalan re Azadî", li semta Robertsaû tê lidarxistin, ku avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, Parlamenta Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê lê ne. Nobed heftê heft rojan didome û bûye çalakiya herî dirêj û bênavber a Kurdistaniyan.