Birayê Hevşaredara Sûrê li Kobanê jiyana xwe ji dest da

Birayê Hevşaredara Sûrê li Kobanê jiyana xwe ji dest da

Birayê Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut şervanê YPG'ê Muhammed Şik (Renas Karaz) li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de duh jiyana xwe ji dest da.

Birayê Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut Muhammed Şik (Renas Karaz) ê ku di nava refên YPG'ê de li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir duh di seatên êvarê de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Şik duh êvarê agahî girt. Malbata Şik piştî agahiyê hate navçeya Pirsûsê ya Rihayê û ji bo cenaze werbigirin dest bi hewldanan kir. Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut diyar kir ku hê birayê wê jiyana xwe ji dest nedayî çend seat berê bi rêya telefonê re axivî û ji wê re got ku morala wan gelek bilind e û rewşa wan baş e.

Barut, anî ziman ku birayê wê di hevdîtinê de ji wê re rewşa Kobanê ya dawî vegot û wiha axivî: "Min wî re rewşa dawî nirxand. Min jê re got li xwe baş binêrin û telefon girt. Ev hevdîtin bû hevdîtina dawî." Barut, da zanîn ku piştre di seatên êvarê de dayika wê lêgeriya û hevalên wî agahiya şehadeta wî dan. Barut, bilêv kir ku birayê wê Şik bi guleya ji pişta wî girt jiyana xwe ji dest da û wiha pêde çû: "Serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Bila hemû kes baş bizane ku Kobanê nakeve. Em ê ji bo Kobanê heya dawî têkoşînê bikin. Dema me serkeftin bi dest xist ew roj cejna me ye."