Bîlançoyên artêşê û Erdogan ên li ser Efrînê li hev nayên
Artêşa Tirk îdîa kir ku ji dema destpêkirina êrîşên li ser Efrînê û vir ve 31 leşkerên wan hatine kuştin. Daxuyaniyên fermî yên rojên dawî li hev nayên.
Artêşa Tirk îdîa kir ku ji dema destpêkirina êrîşên li ser Efrînê û vir ve 31 leşkerên wan hatine kuştin. Daxuyaniyên fermî yên rojên dawî li hev nayên.
Artêşa Tirk daxuyaniyek weşand û îdîa kir ku ji 20'ê Çileyê û vir ve 31 leşker mirine, 143 leşker jî birîndar bûne.
Daxuyaniyên hefteyên dawî yên rayedarên hikumetê û Serokkomarê Tirk nîşan didin ku kuştina leşkeran ne xema wan e û hejmara kuştiyan vedişêrin.
Erdogan beriya niha dabû xuyakirin ku hejmara kuştiyên artêşa Tirk "6 heta 7" e. Hefteya derbasbûyî jî ji bo hejmara kuştiyên leşkeran got "bi qasî 25 e".
Piştî vê bîlançoya ku hat gotin, "bi qasî 25 e", li gorî daxuyaniya fermî dawiya hefteyê rojekê 11 leşker mirin. Tenê ev her du bîlanço dike 36 leşker.