'Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, girtiyên nexweş bên berdan'

ÎHD'ê ragihand, ku hezar û 25 girtiyên nexweş hene û 357 ji van bi nexweşiyên giran in. Komeleyê xwest tecrîda li ser Ocalan were rakirin û girtiyên enxweş bên berdan.

Li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser rewşa girtiyên nexweş civînek lidar xist. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Rêvebera ÎHD'ê Şaxê Enqereyê û endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleyê Nûray Çevîrmen, Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Necla Şengul beşdarî civînê bûn.

Turkdogan got, "Li gorî daneyên ÎHD'ê, hear û 25 girtiyên nexweş hene, ku 357 ji van bi nexweşiyên giran in."

Turkdogan diyar kir, di nameyên gilîkirinê û serlêdanên parêzeran de bal tê kişandin ser îdîayên xurt ên têkildarî kiryarên xerab û îşkenceya li girtîgehan û tê destnîşankirin, ku nexweşiyên li girtiyan der bûne, her giran dibin.

Turkdogan da zanîn, ev îdîa bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zêde bûne û got, "Tirkiyeyê Protokola Hilbijartî ya Peymana li dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (OPCAT) erê kiriye û guhertina qanûnî û mekanîzmaya pêşîgirtinê ya neteweyî pejirandiye. Lê belê ti ji van bi cih nayê anîn û ev yek li dijî peymanê ye."

DIVÊ ÇI WERE KIRIN?

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, daxwazên xwe anî ziman:

*Beriya her tiştî, divê mewzûata li Tirkiyeyê li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û bi taybetî li gorî mafên girtiyan bê sererastkirin,

*Di serî de li Tîpa F ya Îmraliyê, pêwîste tecrîd bê rakirin û li girtîgehan standartên jiyana însanî bên afirandin,

*Ji bo girtî karibin mafê tedawiyê bi kar bînin û ji xizmeta tenduristiyê sûdê werbigire, pêwîste tedbîrên pêwîst bên girtin û girtiyên nexweşiya wan giran e, tavilê bên berdan, 

*Saziya Tipa Edlî êdî nema weke saziya pispor a fermî bê dîtin, saziya pispor a serbixwe bê qebûlkirin û hikmên Protokola Stenbolê bi cih werin anîn,

*Girtîgeh li kontrola saziyên civaka sivîl, ÎHD, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) bê vekirin û li gorî OPCAT'ê mekanîzmayên tedbîrê yên neteweyî yên serbixwe werin afirandin,

*Hemû girtiyên ku nexweşiyên giran bi wan re hene, derhal bên berdan,

*Di serî de îdîayên li ser kiryarên xerab û îşkenceyê, hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan bi xurtî bên lêpirsîn û berpirsyar werin darizandin,

*Têkildarî girtiyên nexweş ên heta niha li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, li hemberî berpirsyaran lêpirsîneke berfireh bê kirin û berpirsyar werin cezakirin.