Bi hezaran kesan mala sersaxiyê ya ji aliyê YAKAYDER'ê ve hate vekirin ji bo gêrîla Cezmi Altintaş (Botan Erdal) û Mahmut Kiraç (Azad Semsur) ziyaret kir û sersaxî ji malbatê xwestin. Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel diyar kirin ku, ji ber Kurd nikarin li Tirkiyeyê siyasetê bikin berê xwe didin çiye.
Gêrîlayê HPG'ê û endamê MYK'ê yê DTP'ê di 16'ê mijdarê de li Geliyê Tiyarê Cezmî Altintaş (Botan Erdal) û gêrîla Mahmut Kiraç (Azad Semsur) jî di 14'ê Cotmehê de li Geliye Zapê ye Çelê di şer de jiyana xwe ji dest dan.
YAKAY-DER'ê ji bo gêrîlayên HPG'ê li avahiya BDP'ê ya Bagcilara Stenbolê mala sersaxiyê vekir. Bi sedan polîsan bi wesayîtên zirxî derdora avahiya BDP'ê dorpêç kirin. Di sersaxiyê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Heserokê BDP'a Stenbolê Alî Riza Bilgîlî, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Pekoz, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyê jî amadebûn.
Parlementer Sebahat Tuncel anî ziman ku, ji ber rêya siyasetê li pêş gêrîla Altintaş hate girtin, tevlî HPG'ê bû. Tuncel da zanîn ku, kesê kêrî gelê xwe û civaka xwe neyê kêrî tu kesên din nayê u wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 500 rojin di bin tecrîdê de ye. Birêz Ocalan rêberê gele. Me ev yek di greva birçîbûnê de dît.
Piştî ziyaretan serdana sersaxyê bi dawî bû .