Bi hezaran kes li Ewropayê ji bo Efrînê daketin qadan
Ji bo destekkirina Efrînê ku 22 roj in li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe dide, duh li gelek bajarên Ewropayê bi hezaran kes daketin qadan.
Ji bo destekkirina Efrînê ku 22 roj in li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe dide, duh li gelek bajarên Ewropayê bi hezaran kes daketin qadan.
KOPENHAGEN: Meşa ku ji aliyê Meclîsa civaka Demokrat a Demokratîk a Danîmarkayê ve li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî Efrînê dest pê kir, du roj li pey xwe hişt. Kurdistanî duh ji stasyona Joje Tastrûp heta stasyona Rodevro meşiyan. Roja sêyemîn jî wê meşvan ji stasyona Vallensbaekê heta ber avahiya Şaredariya Kopenhagenê bimeşin û li vir mîtîngekê pêk bînin.
DEN HAAG: Meşeke din a ji bo Efrînê li bajarê Den Haag ê Hollandayê pêk hat. Bi hezaran Kurdistaniyên li meydana Malîeveldê li hev civiyan bi alên YPG/YPJ'ê li nava kolanên bajer meşiyan û belavok belavl kirin.
LA ROCHELLE: Li bajarê La Rochelle yê li rojavayê Fransayê ji bo destekkirina Efrînê û şermezarkirina komkujiyên bi destê dewleta Tirk ve tên kirin bi sedan Kurdistanî li Vîeûx Portê li hev civiyan û heta Place de Gabût meşiyan.
LYON: Li bajarê Lyon ê Fransayê bi heman armancê meşek hate kirin û li ser rewşa Efrînê belavok hatin belavkirin. Piştî meşê li meydana Place Terreaûxê mîtîng hate lidarxistin. Bi zimanên Fransî û Kurdî axaftin li vir hate kirin û berxwedana Efrînê hate silavkirin.
MARSÎLYA: Kurdistanî û dostên wan ên li Başûrê Fransayê dijîn li qada Canebîere li hev civiyan û tevî alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Li meydana Vîeûx-Portê piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran gotin, "Dewleta Tirk bombeyan li gund û navenda bajêr dibarîne. Ji be vê yekê mirovên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Yên ku li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng in, hevparên vî sûcî ne."
CANNES: Bi sedan kes li ber Gara Trenê ya Cannesê li hev civiyan û ber bi meydana ku Festîvala Fîlman a Cannesê lê tê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Efrîn bi tenê nîne", "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" bi zimanê Fransî hatin qîrîn. Ciwanan jî belavok belav kirin û bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê.
NURNBERG: Li bajarê Nurnberg ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, ji bo Efrînê meşek hate lidarxistin. Girseya gel li ber avahiya rojnameya Nurnberger Nachrîchtenê li hev civiyan û helwesta vê rojnameyê ku qala komkujiyên li Efrînê nake şermezar kirin. Çalakgeran nameyek di vî warî de xwendin û heta Jakob Platzê meşiyan.
ÛLM: Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê bi sedan kes ji bo xwedî li Efrînê derkevin meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Dİ çalakiyê de alên HDP, HDK'ê jî hatin vekirin û binçavkirina endamên HDP'ê hate şermezarkirin.
HAMBÛRG: Bi banga Komîteya Piştevaniya Efrînê ya Hambûrgê re bi hezaran Kurdistanî tevî dostên xwe li ber stasyona trenê ya Sternschanzeyê li hev civiyan û heta stasyona trenê ya navendî ya Hambûrgê meşiyan. Parlamenterê Hambûrgê yê Partiya Çep Zaklîn Nastîc piştî meşê axivî û got, "Li dijî êrîşên qirkirinê ku Erdogan li dijî Kurdan dike, weke Partiya Çep em bi têkoşîna gelê Kurd re ne."
BREMEN: Li ber avahiya Parlamenta Eyaleta Bremenê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên sivîl û zarokên ji ber êrîşên dewleta Tirk li Efrînê jiyana xwe ji dest dan hatin nîşandan. Çalakgeran bang li hikumet û dewleta ELman kirin û got, "Mîna qirkirina Ermeniyan nebin hevparê qirkirina li Kurdan tê kirin."
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya jin û zarokan çalakiya zincîra ji mirovan hate lidarxistin. ÇalakÎ li ber avahiya Parlamenta Federal a Elmanyayê pêk hat û 2 saetan dewam kir. Di çalakiyê de komkujiyên ku Erdogan li Efrînê dike hatin şermezarkirin.
FRANKFÛRT: Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn ku bi pêşengiya 'Komîteya Êdî Bes e ya Frankfûrtê' hate lidarxistin. Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer li vir axivî û got, "Sala 2014'an çawa ku Erdogan di berxwedana Kobanê de sîle ji gelê Kurd xwar, wê îro jî di berxwedana Efrînê de sîleyeke din bixwe."
MUNSTER: Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê bi sedan kes li navenda bajêr li hev civiyan û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.
LUDWÎGSBÛRG: Kurdistaniyên li gara otobusan a bajarê Lûdwîgsbûrg ê Elmanyayê li hev civiyan destek dan berxwedana Efrînê. Qisekeran gotin, "Em ji Erdogan natirsin, lê belê em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin."
SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi hezaran kesên li ber Eûropa Galerî li hev civiyan heta St. Johanner Marktê meşiyan. Li vir mîtîngek hate lidarxistin û çalakgeran gotin, "Efrîn li ber xwe dide. Divê em jî dakevin qadan û bibin dengê berxwedêrên Efrînê."
GÎESSEN: Li bajarê Gîessenê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Platforma Piştevaniya Efrînê çalakî hate lidarxistin. Di axaftinan de hat ragihandin ku wê rê nedin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bang li gel û raya giştî ya Elman hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.
MÎLANO: Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê li bajarê Mîlano Yê Îtalyayê bi hezaran kes meşiyan. Di çalakiyê de ku ji Porta Venezîa dest pê kir dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer Tirkiye", "Duh DAÎŞ îro Tirkiye" hatin qîrîn û bis edan belavok hatin belavkirin.
ÎNNSBRÛCK: Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê konê agahdarkirinê hate vedan û li ser sûcê şer û kuştina sivîlan li Efrînê bi destê dewleta Tirk, belavok hatin belavkirin.
MADRÎD: Êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê, li paytexta Spanya Madrîdê ji aliyê Kurdistanî û Spanyayiyan ve bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku Efrîn bi tenê nîne.