Meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga li Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina êrîşên li ser Efrînê dest pêkirî roja 3’an li pey xwe hişt. Zêdeyî 1000 meşvan ku 200 enternasyonalîstên ji gelek welatan di nav de cih digirin tevî serma û seqemê 17 kîlometre meşiyan û keyfxweşiya meşvanan hêjayî dîtinê bû.
‘EM Ê PIŞTEVANIYA NAVNETEWÎ BIHÊZTIR BIKIN’
Di meşê de bi yek dengî bi gelek zimanan dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî , ji Kurdistanê re statu’ , ‘Efrîn ne bi tenê ye’ û ‘NY bikeve nava tevgerê' hate qîrkirin. Meşvanan berxwedana Efrînê silavkirin û diyarkirin ku her roja diçe wê piştevaniya navnetewî bihêztir bikin.
BANG LI ELMANYAYÊ JÎ HATE KIRIN
Hêrsa meşvanan a li dijî bêdengî û neketina tevgerê ya Netewên Yekbûyî ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker her roja diçe zêdetir dibe. Li aliyê din îro daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û biryara Elmanya ya li dijî çalakiyên NAV-DEM’ê hate protestokirin û bang li Elmanya hate kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.
BI MASEYA NY A SÛRIYEYÊ RE CIVIYAN
Çalakgerên meşa dirêj gav bi gav dimeşin Cenevreyê û li aliyê din ji bo balê bikêşin li ser êrîşên li dijî Efrînê xebatên dîplomasiyê ji dimeşînin. Îro heyetek li ser navê çalakgerên meşa dirêj bi maseya Netewên Yekbûyî ya Sûriyeyê re hevdîtin pêk anî. Dosyaya têkildarî bûyerên li Efrînê radestî berpirsan ahte kirin û destpêkê ji bo pêşî lêgirtina komkujiyên sivîlan daxwaza ketina tevgerê ya lezgîn hate kirin.
WÊ SIBÊ BIGIHIN CENEVREYÊ
Zêdetirî 1000 meşvan di qonaxa 4’an de, sibê ji bajarê Versoîx yê Swîsreyê dest bi meşê bikin û di seatên şevê de li Cenevreyê bin. Meşa dirêj wê roja Înê li ber Neteweyên Yekbûyî-Cenevreyê bi beşdarbûna 10 hezaran kesî bi mîtîngekê bi dawî bibe.