Li Racoyê êrîşa bi balafiran: Şehîd û birîndar hene

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer bombe li gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco ya Efrînê barand. Tê gotin, şehîd û birîndar hene.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê di roja 41'ê de ne. Serokkomarê Tirk Erdogan di daxuyaniyeke xwe de careke din li xwe mikur hat ku wê sivîlan jî bike hedef.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco ya Efrînê barandin. Ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene.

ŞER DEWAM DIKE

Wekî din li gundê Bililka yê Racoyê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêş/çeteyên Tirk de şerekî dijwar diqewime.