Komîteya Xaça Sor: Me konvoya însanî şand Efrînê
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî cara yekemîn ragihand ku wan konvoyeke alîkariya însanî ji bo Efrînê bi rê kirine.
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî cara yekemîn ragihand ku wan konvoyeke alîkariya însanî ji bo Efrînê bi rê kirine.
Berdevkê Komîteya Xaça Sor Îolanda Jaqûement li Cenevreyê daxuyaniyek da û got, "Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û Heyva Sor a Ereb a Sûriyeyê, îsal yekemcar li hev kirin ku konvoya alîkariyê bişînin vê herêmê."
Li gorî Komîteya Xaça Sor, di konvoyê de pêdiviyên sereke yên ji bo 50 hezar kesên ji cih û warê xwe hatine kirin, hene.
Hêzên dagirker ên Tirk roja 20'ê Çileyê li dijî Efrînê dest bi êrîşê kirin. Ev êrîş tevî çeteyên DAÎŞ û El Qaîdeyê hate kirin û heta niha nêzî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Bi dehan ji van zarok in.
Tevî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo 30 rojî biryara agirbestê ji bo gelemperiya Sûriyeyê wergirt, êrîşên dewleta Tirk nesekinîn. Ji ber vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî, DYA, Yekîtiya Ewropa û Fransayê ragihandin ku Efrîn jî di nava agirbestê de ye.