Akademîsyen û keyasetên girîng ên Swîsreyî piştgirî dan Efrînê

Siyasetmedar, akademîsyen û rojnamevan jî di navê de gelek kesayetên Swîsreyî ji bo Efrînê peyama piştgiriyê dan.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê, nerazîbûna li qada navneteweyî roj bi roj zêde dibe. Yek ji rêxistinbûna bi vê armancê ava bûye, "Platforma Piştevaniya bi Efrînê re ya Bernê" ye (http://www.afrin.ch ). Platform ji aliyê gelek hêz û komên Swîsreyî ve li paytexta Swîsre Bernê ava bû. Di çarçoveya karên platformê de, gelek siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û kesayetên Swîsreyî peyamek ji bo piştevaniya Efrînê weşandin û ji bo rawestandina komkujî û dagirkeriyê bang kirin.

Di nava kesayetên Swîsreyî de ku piştgirî dan Efrînê, Hevseroka Giştî ya Partiya Keskan a Swîsreyê Regula Tytz, Zanyarê Siyaset û Îslamê Prof. Elham Mena, ji endamên Însiyatîfa Swîsreyeke bê artêşê Lauisse Schneider, ji rojnamevanên berketî yê Swîsreyê Kurt Pelda, aktîvîsta mafên mirovan Jannik Böhm, Papazê Dêra Heiliggeistkirche ya Bernê Andreas Nufer, Parlamentera Parlamenta Federal a Swîsreyê ya ji Partiya Keskan Simone Machado Rebmann, Parlamenterê Partiya Sosyalîst ê Parlamenta Federal a Swîsreyê Corrado Pardini jî hene.

'EGER HÛN JÎ DIBÊJIN ERÊ, EM PIŞTGIRIYA BI EFRÎNÊ RE MEZIN BIKIN'

Hevseroka Partiya Keskan a Swîsreyê Regula Rytz pirsa "Hûn jî destekê didin alîkariya însanî ji bo Efrînê û hemû Sûriyeyê?" kir û got, "Em piştgiriya bi Efrînê re mezin bikin."

Rojnamevan Kurt Pelda jî bi pirsa "Hûn jî li dijî polîtîkaya mêtingeriyê ya Osmaniya nû ne?" dest bi peyama xwe kir û ev bang kir; "Komkujiya li Efrînê rawestînin."

Parlamentera Partiya Keskan a Parlamenta Federal a Swîsreyê Simone Machado Rebmann pirsa "Hûn destekê didin ku mirovahî û gel azad bin?" pirsî û got, "Em piştgiriya bi Efrînê re mezin bikin."

Aktîvîsta mafên mirovan Jannîk Bohm pirsa "Hûn destekê didin ku 300 hezar penaberên li Efrînê werin parastin? Hûn li dijî peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re hatiye mohrkirin e?" pirsî û ev bang kir; "Eger bersiva we erê be, wê çaxê li ber dagirkirina Efrînê rabin, ji rejîma Tirk û hevkarê wan ên cîhadîst re bêjin NA."

Papazê Dêra Heiliggeistkirche ya Bernê Andreas Nufer ev pirs kir; "Hûn destekê didin ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê weke partnerekî polîtîk bê naskirin?" û got, "Pêşî li qirkirina li Efrînê bigirin."

Ji Însiyatîfa Swîsreyeke bê artêş Lauisse Schneider pirsa "Hûn li dij in ku amûr û çekên şer ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bên firotin?" kir, çekên ku swîsre difiroşe dewleta Tirk û welatên Rojhilata Navîn bi bîr xist û got, "Divê piştgiriya bi Efrînê re were mezinkirin."

Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê yê Parlamenta Federal Corrado Pardini pirsa "Hûn jî dixwazin qada hewayî ya Bakurê Sûriyeyê bê girtin?" kir û got, "Komkujiya li Efrînê tavilê rawestînin."

Zanyarê Siyasetê û Îslamê Prof. Elham Mena pirsa "Hûn jî li dijî êrîşên binpêkirina mafên mirovan ên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê ne?" kir û bang kir ku divê piştgiriya bi Efrînê re bê mezinkirin.

Kesên ku dixwazin bi Platforma Piştgiriya bi Efrînê re ya Bernê bixebitin, bi rêya lînka li jêrê dikarin xwe bigihînin platformê: http://www.afrin.ch/