21:55
Balafiren şer ên Artêşa Tirk a dagirker gundê Bedîna yê navçeya Mabatayê bombabaran dike.
21:21
Hiqûqnasên Efrînê: 992 sûcê şer hate belgekirin
Hiqûqnasên Efrînê sûcê şer yê dewleta Tirk a dagirker ji 20’ê Çile ve li Efrînê kirî bi raya giştî re par ve kir.
18:38
Artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundên Hemîlke û Ramadiye yên navçeya Cindêrêsê û gundê Merkan yê navçeya Mabeta ya Efrînê dike. Hate ragihandin ku di topbarana li dijî gundên Mebeta de sivîlek şehîd bû 3 sivîl jî birîndar bûne.
18:38
Artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundên Hemîlke û Ramadiye yên navçeya Cindêrêsê û gundê Merkan yê navçeya Mabeta ya Efrînê dike. Hate ragihandin ku di topbarana li dijî gundên Mebeta de sivîl birîndar bûne.
18:16
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji çiyayê Beyrakdar yê li pişt gundê Aşka Xerbî, topan diavêje gundê Ramadiyê û Hemîlkê yên herêma Cindirêsê.
17:59
Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Mêrkan a navçeya Mabata û derdora wê topbaran dike. Li gorî agahiyên destpêkê birîndarên sivîl hene.

17:22
QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 40’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li Bilbilê 4 leşker û çete hatine kuştin.
16:15
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Bedînayê yê Mabetayê hate şikandin. Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Bililka yê Racoyê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Bedînayê yê Mabetayê kir. Şervanên YPG/YPJ’ê êrîşên li vê derê şikand.
Di heman demê de şervanan li gundê Bililka yê Racoyê li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor lidarxistin. Hate hînbûn ku di çalakiyê de dagirkeran derbeke giran xwarine û ew ê têkildarî encamên çalakiyê piştre daxuyanî were dayîn.
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wên bi çekên giran û topan êrîşî gelek herêmên Efrînê dikin û ji ber êrîşan gelek sîvîl birîndar bûne.
16:05
Artêşa Tirk a dagirker fuzeyên grad diavêje derdora navenda bajarê Efrînê. Bomberdûman dewam dike.
16:04
15:05
Rêxistina ciwanan a SPD'ê ku yek ji rêxistinên ciwanan ên herî bi bandor û rêxistinbûyî yê li Elmanyayê ye Jûsos (Sosyalîstên Ciwan) da xuyakirin ku ew piştgiriyê dide "Tifaqa Aştî û Demokrasiyê ya ji bo Efrînê."
13:51
Cih û warê sivîlan ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin
Tîma ANF'ê xwe gihand cih û warê sivîlan ên li navçeya Cindirêsê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombekirin û dîmenê wê kişand.
13:50
800 ciwanên Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) tevlî nava Berxwedana Serdemê bûn. Wekî din ciwan alîkariyê didin welatiyên ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk neçar mane malên xwe biterikînin.
Piştî ku dewleta Tirk dest bi êrîşa li ser Efrînê kir, Rêveberiya Xweser a Efrînê 21'ê Çileyê seferberî îlan kir. Bi banga seferberiyê re Yekîtiya Sporê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Yekîneya Ciwanan a PYD'ê, Yekîtiya Jinên Ciwan, Komîteya HPC-YCR cihê xwe di nava Berxwedana Serdemê de girtin.
Ciwanên berxwedêr ji ANHA'yê re axivîn.
11:18
11:17
11:17
11:17