Konvoya Xaça Sor gihişte Efrînê

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ragihand ku  konvoya alîkariya mirovî ya ji bo Efrînê ketibû ser rê gihişte cihê xwe.

Komîteya Xaça Sor a ji Cinêvê daxuyaniyek da, diyar kir ku konvoya alîkariyê ya mirovî piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a ji 20’ê Çileyê ve dabûn destpêkirin cara yekeme konvoyek alîkariyê gihişte Efrînê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku konvoya ku ji 29 wesayîtan pêk tê alîkarî ji bo 50 hezar kesî ye. Hat diyarkirin ku ev alîkarî, divê welatiyên Til Rifat a 20 km ji sînorê Tirkiyeyê dûre jî bê belavkirin.

Di konvoya Xaça Sor a li gel Heyva Sor a Ereb a Sûriyeyê hate amadekirin de, xorek, av, meteryal, derman û amûrên jiyanî ne.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Xaça Sor kir gotibû: “Ev bi hefteyane amadekariyê dikin ku alîkariyê bigihînin Efrînê.”