Berdevkê QSD’ê Gabriyel: Tirkiye biryara agirbestê binpê dike

Berdevkê Fermî yê QSD′ê Kîno Gebriyel diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û alîgirên wê, biryarên Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ya li ser agiresta ji bo mehekê binpê dikin.

Berdevkê Fermî yê QSD′ê Kîno Gabriyel derbarê binpêkirina Tirkiyeyê ya ku biryara Konseya Ewlekariyê ya rawestandina şer li tervahî Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Gabriyel got ku, ″Konseya Ewlekariyê di rûniştina xwe ya di 24′ê Sibatê de biryara 2401 girt. Li gorî vê biryarê divê li tevahî axa Sûriyê şer mehekê were rawestandin. Lê dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê vê biryarê binpê dikin û êrîşên xwe yên hovane yên li dijî Kantona Efrînê didomînin û sivîl û binesaziya herêmê dikin hedef.″

Di berdewama daxuyaniyê de Gabriyel got ku hêzên QSD′ê di 25′ê Sibatê ragihandinê ku ew ê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê tevbigerin û wiha domand, ″Piştî ku Konseya Ewlekariyê biryara rawestandina şer da, hêzên me ragihandin ku ew ê li gorî vê biryarê tevbigerin û di dema êrîşên li ser Efrînê tenê di çarçoveya xweparastinê de şer bikin.″

Gabriyel bang li Konseya Ewlekariyê kir ku mekanîzmeyeke şopandina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ava bike, da ku êrîşên li dijî Efrînê rawestînin û li gorî biryara Konseyê tevbigerin.

Gabriyel anî ziman ku îddîaya dewleta Tirk û çeteyên wê ya ku dibêjin ‘Efrîn ne di nava vê agirbestê de ye″ dixwazin rastiya ku Efrîn beşek ji axa Sûriyeyê ye berovajî bikin û planên xwe yên dagirkirina herêmê eşkere dikin.