Hiqûqnasên Efrînê: 922 sûcê şer hate belgekirin

Hiqûqnasên Efrînê sûcê şer yê dewleta Tirk a dagirker ji 20’ê Çile ve li Efrînê kirî bi raya giştî re par ve kir.

Hiqûqnasên Efrînê bi daxuyaniyekê çapemeniyê sûcê şer yê dewleta Tirk li Kantona Efrînê kirî ji raya giştî re par ve kir.

Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-El Nûsra ji 20’ê Çile ve êrîşî herêma Efrînê ya xaka Sûriyeyê kir û wiha tê gotin; “Li herêmê hemû curên çekên giran, balefir û çekên qedexe tê bikaranîn. Dewleta Tirk bi van êrîşan re hiqûqa navnetewî binpê dike, li pêş çavên raya giştî bi hezaran sûcê şer dike.”

Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku  sûcên şer yên dewleta Tirk hatine belgekirin û ev tişt hatin gotin;

“ Heta niha 922 kiryar bi wêne û delîl hatine belgekirin. Di çarçoveya xebatên belgekirina kiryaran de, zêdeyî 9 hezar îmzeyên şêniyên Kantona Efrînê yên ji bo şermezarkirin û rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirk hatiye komkirin.

Kiryarên ku hatine belgekirin, girêdayî kuştin, birîndarkirin û koçberkirin û revandina sivîlan, rûxandina mal û milkên wan, her wiha hedefgirtina saziyên xizmetê wek ″firin, dibistan, stasyonên avê″, cihên dîrokî wek ″Eyn Dara″.

Kiryarên ku hatine belgekirin ev in:

*Şehîd: 134

*Birîndar: 168

*Koçberkirin: 561 malbatan

*Dizîn û wêrankirin: 52 mal

*Revandina sivîlan: 1

*Bandorbûna bi gaza klorê: 6 sivîl

*Komkujiyên ku di encamê de bi dehan zarok û jin têne hatin kuştin: 4 komkujî

-Komkujiya li navenda navçeya Mabeta

-Komkujiya li cihê mirîşkan a gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa

-Komkujiya gundê Kobelê yê navçeya Şêrawa

-Komkujiya bi çekên kîmawî ya li gundê Erendê yê navçeya Şiyê

*Dibistanên ku hatin rûxandin û ji xizmetê derketin: 45

*Cihê serjêkirina sewalan ê girêdayî rêveberiya sivîl hat rûxandin

Xebatên belgekirina kiryarên hovane yên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.”

Hiqûqnasan belge li ser malpera ya tevna civakî û rûpela rêxistina mafên mirovan a Efrînê belav kir.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, ″Banga me ji hemû rêxistinên navneteweyî û aliyên hiqûqî re heye ku li hember kiryarên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Her wiha divê komîteyên şopandinê bişînin herêmê da kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlan  û binesaziya herêmê bibînin.″

Di civînê de her wiha wêneyên zarok û jinên ku li ser destê dagirkeriya Tirk hatine kuştin hatin pêşkêşkirin. Her wiha dozên ku gel ,Desteya Şûnwar û Tûrîzmê û Desteya Perwerdeyê rakirine nîşan dan.

Di dawiya civînê de hiqûqnasa bi navê Evîn Hec Hemo wiha bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê aliyên ku hiqûqnasan re têkildar dibin da,″Em bi komeleyên mafên mirovan ên Sûriyeyê, Cizîrê, Firatê, her wiha bi parlementerên Yekîtiya Ewrûpayê û kesayetên serbixwe re têkiliyê deynin.″