Avesta: Berxwedana Efrînê dewama berxwedana 8'ê Adarê ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta Berxwedana Serdemê ya 40 roj in dewam dike silav kir û got, ala berxwedanê ya 8'ê Adarê ketiye destê jinên li Efrînê. Avesta got, "Berxwedana Efrînê dewama berxwedana 8'ê Adarê ye."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta berxwedana Efrînê û çalakiyên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê werin lidarxistin ji ANF'ê re nirxand.

Avesta bi bîr xist ku Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 40'î de ye û destnîşan kir ku berxwedana li Efrînê, berxwedana hebûnê ye û ji niha ve bi ser ketiye. Avesta got, "Çawa ku hevalê Çiyager li Sûrê got, 'encam wê bê hempa be', çawa ku Mehmet Tûnç li Cizîrê got, 'Ji bilî berxwedan û serketinê rêyeke din li ber me nîne', çawa ku dayikên bi rûmet ên li Efrînê gotin, 'bê zarok em dikarin bijîn, lê jiyana bê keramet nabe', ya ku dive ser milê me ew e ku em van gotinan ji xwe re bikin manîfesto û bi vî rengî têbikoşin."

'RÛMETA MIROVAHIYÊ DIPARÊZIN'

Sozdar Avesta got, ala berxwedanê ya 8'ê Adarê îro li Efrînê di destê jinan de ye û diyar kir, berxwedana Efrînê dewama berxwedana 8'ê Adarê ye. Sozdar Avesta hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got, "Gelê me yê bi rûmet ev 40 roj in bi xurtî di nava berxwedaneke bi rûmet de ye. Gelê me û hemû şervanên ku bi rengekî fedayî axa xwe û rûmeta mirovahiyê diparêzin, bi navê tevgera me silav dikim û wan pîroz dikim."

ŞERÊ DU ZÎHNIYETAN

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta ragihand, li axa berxwedanê, li Efrînê du hêz, du zîhniyet, du sîstem şer dikin û wiha dewam kir: "Yek jê zîhniyeta kapîtalîst a hêzên serdest ên faşîst e. Yanî zîhniyeta ku dijminatiyê li jinan, li gelan û xwezayê dike. Ya din jî hêza ku heta dawiyê li ber vê zîhniyetê radibe, heta dawiyê jiyana demokratîk diparêze, azadiya gelan û jinan esas digire û ji bo avakirina jiyaneke azad û hevpar têdikoşe. Navê vê jî şerê sêyemîn ê cîhanê ye. Tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî êrîşên çeteyên faşîst ên Tirk dewam dikin. Divê ji bîr nekin, ev çeteyên ku ew li pêşberî wan bêdeng in, wê rojekê li wan vegerin."

'DEM DEMA XWEDÎDERKETINA LI EFRÎNÊ YE'

Avesta der barê şerê li Efrînê bang li her kesî kir û got, "Gelê me li ku dibe bila bibe, girîng e xwedî li van nirxên pîroz derkeve. Banga me li gelê me, li ciwanan û hemû beşên civakê ev e; dem dema xwedîderketina li Efrînê ye. Eger niha xwedî li vê axê, li vî gelî, li jinan û zarokan neyê derketin, wê kengî xwedî lê bê derketin. Yên ku xwe azadîparêz, parêzvanên jin, zarok û mafên mirovan bi nav dikin, yên ku xwe weke ekolojîst pênase dikin, divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

Sozdar Avesta da xuyakirin ku çalakiyên berxwedanê yên 8'ê Adarê bên lidarxistin divê ji Efrînê ne cuda bin û got, "Berxwedana Efrînê dewama berxwedana 8'ê Adarê ye. Ji Rozayan heta Clara û Eman Goldmenan, ji Bêrîtanan heta Zîlan, Sara, Bêrîtan, Avesta û Barînan dewam dike. Berxwedana van kesayetên leheng, bi nasnameya PAJK û KJK'ê ku encama têkoşîna 40 salî ye, li her cihî didome."

Di dawiya axaftina xwe de Avesta diyar kir ku serketina berxwedana Efrînê wê bibe serketina hemû jinan û bang li jinan kir ku li ku dibin bila bibin, li dora Efrînê li hev bicivin û tevlî govenda berxwedan û azadiyê bibin.