00:16
Şervanên YPG’ê du kepçeyên artêşa Tirk rûxandin
Şervanên YPG/YPJ’ê li nêzî gundê Hekiç a Cindirêsê du kepçeyên artêşa Tirk dema çeper çêdikirin rûxandin.
Kêliyên rûxandina kepçeyan hatin parvekirin...
00:15
Êrîşên artêşa Tirk û komên çeteyên wê yên El Nûsra-DAIŞ'ê ya li gundên Anqelê û Senarê ya navçeya Şiyê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê hate şikandin. Di şer de herî kêm 7 leşker hatin kuştin..
00:12
Dîmenên çalakiya şervanên YPJ’ê ya ku dun li dijî wesayîteke artêşa Tirk a li gundê Mikê ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê lidar xistibû hate parvekirin.
20:46
Arêtşa Tirk a dagirker bi helîkopteran navçeya Cindirês a Efrînê bombe dike, li gundên senarê û Anqelê şerê dijwar diqewimin. Di şer de gelek leşker hatine kuştin.
20:15
Meclîsa Tenduritiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de heta niha 192 sivîl hatine kuştin.
20:07
Li navçeya Mabata ya Efrînê, di bin êrîş û bomberdûmanê artêşa Tirk de hatin ba hev, heta dawî peyama berxwedanê da. Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah ku axivî û got: “Heta çeteyek mabe li Efrînê wê berxwedan bidome."
17:59
Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje navçeya Şera û Meydankê ya Efrînê. Hate ragihandin ji ber êrîşên bi topan xisarên mezin gihiştine mal û dikanan.
17:43
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di roja 38’an a ‘Berxwedana Serdemê’ de 55 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.
16:50
Artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve navçeya Şera û Meydanê dide ber topan.
15:53
Li navçeya Raco ya Efrînê şer giran e
Êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk û komkujiya ku li sivîlan dike, di roja 38'an de ne. Di navbera şervanên QSD'ê û artêşa Tirk/çeteyên DAÎş û El Qaîdeyê de li navçeya Raco ya Efrînê şerekî dijwar diqewime.
Şer li gundê Gevendê yê Raco diqewime. Li ser encama vî şerî heta niha agahiyeke zelal bi dest neketiye.
Li gundê Yelanqozê yê navçeya Cindirêsê, ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, 5 sivîl îro hatin kuştin.
15:08
Li sê gundên Efrînê şerekî giran diqewime
Li gundên Qermîtlîk, Anqelê û Senarê yên navçeya Şiyê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên YPG/YPJ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Bomberdûmana li van gundan jî didome.
Li navçeya Şer ya Efrînê jî di navbera şervanên QSD'ê û hêzên dagirker ên Tirk de şer diqewime.
14:54
14:38
13:55
Bi hezaran kesên ji Bakurê Sûriyeyê, ji bo li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabigin gihîştin navçeya Mabetayê. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan diavêjin navçeyê.
ANHA'yê ragihand, gelek sivîl gihîştine navenda navçeya Mabetayê û artêşa dagirker a Tirk tevî çeteyên xwe topan diavêjin navenda navçeyê.
13:04
Li gundên Qermîliq û Senarê yên navçeya Şiyê ya Efrînê di şavbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk/çeteyên DAÎŞ û El Nûsra yên dagirker de şer derket. Şer bi dijwarî dewam dike.
12:04
Bi hezaran kesên ji gelên cuda yên Bakurê Sûriyeyê xwe amade dikin ku ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biçin navçeya Mabeta ya Efrînê.

11:18
https://anfkurdi.com/rojane/dagirkirina-efrine-erisa-ji-bo-parastina-statukoya-sedsala-20-ane-93407
11:01
Êrîşên li Cindirêsê hatin şikandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev ji aliyê gundê Bafloreyê êrîşî Cindirêsê kirin. Êrîş ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hate şikandin.
Di şer de gelek leşker û çeteyên dagirkeran hatin kuştin.
Hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk jî duh bi şev bombe li navenda navçeya Cindirêsê barandine.
11:01
11:00