Dagirkirina Efrînê êrîşa ji bo parastina statukoya sedsala 20'ane

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû bi bîr xist ku herî zêde Kurdan zerar ji statukoya sedsala 20'an a li Rojhilata Navîn dîtine û Tirkiyeyê jî sûd ji vê statukoyê wergirtiye. Karasû got, êrîşa li ser Efrînê ji bo parastina statukoya sedsala 20'an e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê di gotara xwe de işaret bi statukoya sedsala 20'an kir û pêwendiya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi vê statukoyê raxist pêş çavan.

Karasû diyar kir, di sedsala 20'an de li ser qirkirina Kurdan statukoya Rojhilata Navîn ava bû û anî ziman ku ev statuko piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê di dema şerê sar de hê giran bûye.

Karasû bi bîr xist ku di herikîna dîrokê de tê dît ku her statuko ji bo serdemekê ye û dema şert û mercên aborî, civakî, çandî, siyasî û leşkerî guherîn, hingî hevsengî û statukoyeke nû derdikeve holê.

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku pêvajoya bi Şerê Yekemîn ê Kendavê yê sala 1991'ê dest pê kir û bi şerê li Rojhilata Navîn ê weke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê binavkirin dewam dike, dikare weke pêvajoyeke avakirina statuko û hevsengiyên nû bê dîtin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi bîr xist ku herî zêde Kurdan zerar ji statukoya Rojhilata Navîn a sedsala 20'an dîtine û ev tespît kir: "Tirkiyeyê sûd ji vê statukoyê wergirt û li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê meşand. Lewma yên ku herî zêde dixwazin statukoya sedsala 20'an bê guhertin û ji bo vê têdikoşin Kurd in. Yê ku ji bo statukoya sedsala 20'an bê parastin şer dike jî Tirkiye ye."

Karasû diyar kir, şerê li Efrînê tê wateya êrîşa dewleat Tirk a li dijî Kurdên ku pêşengiyê ji guhertina li Rojhilata Navîn re dike û got, "Ji ber vê yekê, divê şerê li Efrînê weke şerê navbera hêzên ku ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn têdikoşin û hêzên li dijî demokratîkbûnê li ber xwe didin were dîtin. Di şexsê Efrînê de hewl tê dayin îradeya Kurdan were şikandin ku hêza bingehîn a guherînê ya li Rojhilata Navîn e."

Karasû anî ziman, eger li Rojhilata Navîn demokratîkbûn pêk were û li ser vê bingehê statukoya li Rojhilata Navîn biguhere, wê polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan jî bişikê û got, "Ji ber vê yekê, faşîzma AKP-MHP'ê nobedariyê ji sattukoya Rojhilata Navîn re dike û li her derê êrîşî kurdan dike. Kurd li ku derê bi hinekî bi hêz dibe, li ku derê destketiyekê bi dest dixe, li wir êrîş dike. Ji ber vê yekê ye ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan dibêje 'li ku dibe bila bibe êrîş bikin'."

Mûstafa Karasû ragihand, bi êrîşa li ser Efrînê re karaktera desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê zelaltir bûye û got, "Eger bi êrîşa li dijî Efrînê re ev nehatibe fêhmkirin, wê çaxê yên fêhm nakin, ya di dil û mejiyê wan de pirsgirêk heye, ya jî alîgirên AKP'ê ne."

Di dewama gotara xwe de Karasû destnîşan kir ku Tirkiye di şexsê desthilatdariya AKP-MHP'ê de li ber guhertinê radibe û bi vî rengî dawî li xwe tîne.

Karasû da xuyakirin, eger ev êrîşkarî û dijberiya li demokratîkbûn û guherînê ya faşîzma AKP-MHP'ê baş bê nirxandin, dikare encamên erênî jê bên derxistin û got, "Bi şikandina vê desthilatdariya faşîst re li Tirkiyeyê guhertineke bingehîn dikare pêk were."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku Kurdan bi xeta azadiya jinê re çarçove û kûrahiya demokratîkbûnê gelekî mezin kirine û got, Kurdên ku bûne xwedî hişmendiyeke bi vî rengî ya azadî û demokrasiyê, nepêkane ku ji jiyana azad û demokratîk vegerin.