BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 33'AN DE YE

Berxwedana Efrînê di roja 33'an de ye. Bi taybetî li gundên li ser sînor êrîş û şerekî dijwar diqewime. Li navenda bajêr û derdora wê jî topbaran tê kirin. Êrîşên balafirên şer jî didomin. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me bişopînin.

22:54

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenê wesayîta artêşa Tirk a dagirker weşand a ku îro li gundê Ereb Wêranê yê navçeya Şerayê ya Efrînê hatiye îmhakirin.

 

20:45

Komeke din a yekîneyên parastina gel a artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bûn.

20:41

Komeke din a leşkerên girêdayî yekîneyên parastina gel a girêdayî artêşa Sûriye gihîştin Efrînê.

19:33

Artêşa Tirk a dagirker gundên Qurta û Qaşa yên navçeya Bilbilê ya Efrînê bi balefirên şer bomberdûman dike.

18:06

QSD: 12 leşker û çete hatin kuştin, 2 wesayît hatin îmhakirin

QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li eniya Raco 12 leşker û çete hatine kuştin û 2 wesayîtên leşkerî jî hatine îmhakirin.

 

17:09

Rayedarê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd ji bo hatina hêzên rejîma Sûriyeyê got, “Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, şirîkatiyeke leşkerî ya bi Şamê re ye.”

 

17:08

Li gundê Ereb Wêran ê navçeya Şerayê ya Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker şerekî giran heye. Hate diyarkirin ku di şer de gelek dagirker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine stendin, 2 wesayîtên çeteyên OSOyê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine îmhakirin.

16:31

Gelê Efrînê 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Bi hezaran welatiyên Efrînê bi merasîmekê bi heybet cenazeyê 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

 

16:30

Hêzên Asayîşê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir yên ku di ‘Berxwedana Serdemeê’ de şehîd bûbûn.

 

13:27

Şêniyên Heleb û Efrînê li çeperên berxwedanê ne

Gelek kesê pêr ji Helebê hatin Efrînê li navçeyên Meydanê û Şera li hev civiyan.

Hevalê me Dilgeş Amed û Bakî Gul dîmenê meşa bi hezaran kesî ya ber bi qadên berxwedanê û nerazîbûna li hêzên dagirker kişandin.

 

12:47

 

12:38

Li gundê Erebwêranê yê navçeya Şera şerekî giran di navbera şervanên QSD'ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû dide.

12:27

Li derdora gundê Tilsilorê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD û artêş/çeteyên Tirk de şerekî dijwar diqewime.

11:55

 

11:14

 

11:13

 

11:13

 

11:12