Artêşa Tirk bi çeteyê xwe ve konvoya bi hezaran welatiyên sivîl ên ji herêmên Cizîr û Firatê ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ku ketibûn ser rê li nêzî gundê El Ziyaretê bomberdûman kirin, di bomberdûmanê de gelek sivîl birîndar bibûn.
Mihemed Şêx Nebî, Xalid Xelîl û Merwan li nexweşxaneya Nubal û Zehra ne, dîsa Wesna Cawîş û Mihemed Xalid jî li nexweşxaneya Avrîn tê dermankirin. Li gorî agahiyên hatin girtin birîndarên ku hatine rakirina nexweşxaneyê rewşa wan baş in.
Têkildarî hejmara birîndarên di encama bomberdûmana balafir û bomberdûmana artêşa Tirk û çeteyê wê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.