'Berxwedana Efrînê wê teqez bi ser bikeve'
Vejîn Elîşêr ku li Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bû, li bajarê Graz ê Awûstûryayê hate bîranîn.
Vejîn Elîşêr ku li Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bû, li bajarê Graz ê Awûstûryayê hate bîranîn.
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) di şexsê Vejîn Elîşêr de ku li Efrînê şehîd bû ji bo bîranîna hemû şehîdan civînek li dar xist.
Nûnerê NCDK'ê li vir axivî û got, "Em ê şehîdan weke pêşengên têkoşîna me ji xwe re esas bigirin. Gelê Efrînê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide, rûmeta me ye."
Piştre bi navê malbatê keça xalê Elîşêr Gulîstan axivî û got, "Şehîd şehîda hemû Kurdistanê ye. Bila serê Rêber Apo sax be. Heta ku gelê Kurd hebe wê kes nikaribe berxwedêran têk bibe. Berxwedana Efrînê wê teqez bi ser bikeve."
Merasîma bîranîna şehîdan piştî belavkirina xwarina xêrê qediya.