Berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeriyê mezin dibe

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirkı ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana dîrokî ya gelan di roja 4'an de ye.

03:46

Bi dehan saziyên olî bi navê International Religious Freedom Roundtable ji bo Donald Trump nameyek nivîsî û banga "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nehêlin" kir.

03:29

Li paytexta Elmanya Berlînê bi deh hezaran mirov tevlî mîtînga xwedîderketina li Şoreşa Rojava bûn.

01:49

 

00:44

https://anfkurdi.com/ewropa/dive-ji-erdogan-u-artesa-wi-ya-kujer-re-destur-neye-dayin-119331

00:38

 

00:37

 

23:59

Şerê li Serêkaniyê dijwar dibe. Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma pîşesaziyê ya Serêkaniyê şerekî dijwar da destpêkirin. Li gel tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê jî, şervanên QSD'ê bersivên xurt didin êrîşan.

23:34

Balafirên şer ên Tirk bombe li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne.

23:17

 

23:17

Di şerê şervanên QSD’ê berxwe didin de 75 çete hatin kuştin, 7 tank jî hatin rûxandin

22:39

 

22:38

 

22:26

Pêşengên êl û eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kiribû, wê tevî 50 hezar şervanan tevlî nav berxwedanê bibin.

21:54

 

21:50

30 partî û rêxistinên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, bang li gelê herêmê kir ku destekê bidin berxwedana QSD’ê

 

21:49

Yekemîn Tabûra Ermenan a li Sûriyeyê, Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan jî wê Serêkaniyê biparêze.

21:17

Wesayîteke zirxî ya MÎT’ê hate îmhakirin

Li hemberî gundê Qere Xirab a Dêrikê wesayîteke zirxî ya MÎT’ê ji aliyê şervanên QSD’ê hate îmhakirin.

21:15

Endamê Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk li derdora girtîgehan dide û dixwaze girtiyên DAÎŞ’ ê bide revandin.

20:22

Li ser Dêrikê balefirên keşfê û balefirên şer digerin.

20:22

 DAXUYANIYA QSD'Ê

 

20:13

Li Serêkaniyê îro şervanên QSD'ê du wesayîtên ku doçka li ser wan bûn û 7 panzêr îmhak irin. Şervanên QSD’ê 59 leşker kuştin û 19 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar di destê şervanên QSD’ê de ne.

18:50

BERXWEDANA LI SERÊKANIYÊ

 

18:49

Di roja çaremîn a êrîşan de gelek obus û hawan li Qamişlo û derdora wê ketin û hinek cih hatin bomberdûmankirin. Duh jî çeteyên dewleta Tirk li pêşiya restorantekê wesayîteke bombebarkirî teqand.

Ciwanên Qamişloyê îro berê xwe dan Navenda Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê, gelek ciwanan ji bo parastina axa xwe rahiştin çekê.

Ciwanekî got ku “Em ê gelê xwe biparêzin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bila li hemberî Erdogan welatê xwe biparêzin.”

18:31

Şerê li rojhilat û başûrê Serêkaniyê dîsa zêde bû. Li ser rêya Til Xelef û li herêma sanayiyê şer didome. Dewleta Tirk obusan diavêjin bajêr û balefirên şer digerin.

18:30

Piştî banga seferberiyê ya eşîrên Tebqayê 100 ciwanên ji bajêr tevlî berxwedanê bûn.

18:02

Şervanên QSD’ê li herêma Sanayiyê ya Serêkaniyê panzêreke dagirkeran îmha kir. Li Til Xelefê jî dagirkeran êrîşî bendên QSD’ê kirin. Piştî berxwedana QSD’ê dagirkeran derbên giran xwarin. Gelek dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.

18:00

Yekîtiya Ereban diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘dagirkerî û binpêkirina mafê serweriyê ye.”

17:51

Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker li îstasyona avê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xist, du milyon mirov nikarin avê peyda bikin.

17:50

Zarokên bi navê Yezîd û Xofran û sivîlê bi navê Ebû Dawûd li Serêkaniyê di bin bomberdûmanê de, di nav şer de dijîn.

 

17:39

Hikumeta Elmanyayê diyar kir ku êdî ew ê çekan nefiroşe Tirkiyeyê. Lê di du salên dawîn de Elmanyayê bi sed milyon eûroyan çek firotibû Tirkiyeyê.

17:32

Şervanên QSD’ê vê êvarî li 3 wesayîtên çeteyan dan ên ku hewl didan ji rojavayê Serêkaniyê hewl didan têkevin bajêr. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bû. Çeteyan mirî û birîndarên xwe li wesayîtan kirin û ji herêmê reviyan.

17:31

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl têkildarî êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîneke çapemenî lidar xist.

Rêdûr Xelîl got: “Me hemû erkên xwe li hemberî cîhanê pêk anîn û hemû hevpeyman pêk anîn, lê daxuyaniyên ku ji aliyê civaka navneteweyî ve têne dayîn, êrîşên dewleta Tirk li ser me ranewestîne. Em îro li hemberî du eniyan rû bi rû ne, ya yekê êrîşên Tirkiyê ya duyemîn jî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ye.”

Rêdûr wiha dewam kir: “Tiştê ku dagirkeriya Tirk ji kuştina sivîlan dike, sûc e, em ê di parastina gelê xwe de dewam bikin.”

Xelîl anî ziman ku zêdetirî 200 qurbanî şehîd û birîndar çêbûne, her wiha 45 şervanên wan jî şehîd bûne.

Rêdûr Xelîl diyar kir ku ew spasiya helwestên Yekitiya Ewropa û dewletên Ereban li ser têkoşîna wan spas dikin.

Rêdûr Xelîl wiha dewam kir: “Heta niha tu gavên pratîk ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve ji bo rawestandina êrîşê nehatine avêtin. Îro dewleta Tirk hewl dide hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Ji aliyekî din ve jî, bi hezaran ji endamên DAIŞ`ê di zindanên me de hene, heta niha em dikarin rewşê kontrol bikin, lê ger rewş hate guhartin wê erka me ya sereke bibe parastina gelê me.”

 

17:05

Artêşa Tirk a dagirker bi topan li taxa Qinat El Siwês a Qamişlo û sîloyên genim da.

16:34

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Girê Spî hatin ba hev. Serokê Komîteya Parastinê Zêdan Asî got “Em li vir in û em ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em ji balefir û obusên dagirkeran natirsin. Rêhevalên me li eniyan li ber xwe didin. Şervanên me qehremantiyeke mezin nîşan didin.”

16:32

Dewleta Tirk bi 25 otobusan çete ji Ezazê anîn Rihayê û ji wir jî ew şandin Kaniya Xezalan.

16:31

Eşîrên li herêma Cizîrê û Dêrazorê êrîşên dagirker şermezar kir û got ku “Em eşîrên Ereb em ê tevî ciwanên xwe, axa xwe biparêzin û em seferberiyê didin îlankirin.”

15:33

Nûçegihanên ajansa me Ersîn Çaksû û Rûken Cemal li navenda bajarê Serêkaniyê bi fermandarê QSD’ê re axivî. Fermandarê QSD’ê yê Serêkaniyê Diyar Amûdê got ku “Em li Serêkaniyê ne. Hê tu çete neketine nav bajêr. Hemû kolanên bajêr di destê hevalên me de ne. Moralê şervanên me bilind e. Me du wesayît îmha kir û gelek çete kuşt.”

15:23

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 10 şervanên xwe yên ku 10-11’ê Îlonê di berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, eşkere kir.

15:01

DÊRIK

-Artêşa Tirk li Dêrîkê xwest sînor derbas bike, di encama wê de şer û pevçûn li gundê Qesir Dîb rûda û 6 leşker hatin kuştin û 23 birîndar bûn. Di berdewamiya şerên dijwar de li gundê Delavê Kera seyareyek leşkeri hat rûxandin û piştî wê jî gund dan ber topan.

Di navbera şervanên me yên li gundê Carudiyê û leşkerên artêşa dagirker a Tirk yên li qereqola gundê Babîla yê girêdayî Cizîra Botan de şerek dijwar bi çeken giran rû da.

- Doh di danê nîvro de li beramberî gundê Banûkiyê qereqola dijmin bu armanca şervanên me û di encamê de qereqol hat şewitandin, 6 leşker hatin kuştin û 21 leşker birîndar bûn.

-Di dane êvarî de li beramberî gundê Dêrika Beravî şervanan nuqteyek dijmin û seyareyek dijmin şewitandin.

Di şerê roja 11’ ê Cotmehê de artêşa dagirker a Tirk li seranser sînor bi hemû hêza xwe ta teknîkî, balefirên keşfe, balefirê şer û topbarana obûs, hawan û tangan de xeta sînor û bajar bi giranî kirine hedef û lê dane.

Di encama vê de berxwedaniya şervanên me mezin bûye û bi giştî 118 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 90 çete ji birîndar bûn.

Bi giştî 23 şervanên me şehîd ketin û 37 ji birîndar bûn.”

15:01

KOBANÊ

Di encama êrîşa sekvanî ya şervanên me de leşkerek hatiye kuştin. Her wiha artêşa dagirker a Tirk gundê Elî Şar topbaran kir. Di bersivdayîna şervanên me de leşkerek hat kuştin û qereqola dijmin bi cebilxaneya xwe ve hat rûxandin.

AMÛDÊ

Di demê nîvro de bajarê Dirbêsiyê û Amûdê hatiye topbarankirin. Di encamê de hevalek me şehîd ketiye û 2 endamên erka xweparastin birîndar bûn. Li ser bersivdayîna şervanên me qereqola sînor hat şewitandin û seyareya zirxî cureyê BMB hat rûxandin.

QAMIŞLO

Êrîşên dijmin yên li ser sînorê bajar berdewam in û bi bersivdayîna şervanan ew êrîş hatine şikandin. Heman demê de li gundê Sêgira seyareyekî yê dijmin hat şewitandin û gelek ji wan hatin kuştin.

Di encama êrîşa balefira keşfê ya li ser sînor hemwelatiyên me yên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Li aliyê din bi êrîşên topbarana hawanan de 6 şervan û gelek sivîl birîndar bune.

Li navenda bajarê Qamişlo kêleka xwaringeha Omerî êrîşek xwekujî bi wesayîtan pêk hat di encam de şehîd û birîndar hene û gelek ziyanên maddî çêbun. Ev êrîş ji aliye çeteyên DAIŞ ve pêk hatiye.

15:00

GIRÊ SPÎ

Di navbera Silûk û Girê Spî de şerên pir giran qewîmîn û dijmin bi tevahî teknîka xwe li ser herêmê dide şixulandin û li gundên bi navê Til Findir û Yapsê şer berdewam e. Di encama şer de 11 çete hatin kuştin. Du hevalên me şehîd ketin û 5 hevalên me birîndar bûn.

SERÊKANIYÊ

Di roja sêyem ya berxwedanê de, şervanên me li Serêkanî şerên giran ji bo şikandina dorpêçê berxwedanek mezin dikin.

Di encama şerê dijwar yê li herêmê de nêzî 94 çete hatin kuştin û 80 birîndarên wan çêbun. Herwiha di gundên Til Helef, Elezîziyê, Til Erqem, Xirbet Benat, Til Xenzîr, Diwêra de şer û pevçûn berdewam e.

Di van şer û pevçûnan de 20 şervanên me şehîd bûn û 24 şervanên me ji birîndar bûn. Heman demê seyareya zirxî a bi cureya BMB yê dijmin hatiye rûxandin û çeteyên di hindir de hatine kuştin.

15:00

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê êrîşên dagirker û berxwedana li hemberî wê daxuyanî da.

14:42

Ronakbîr û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistasnê li hemberî êrîşên dagirkeriyê hatin ba hev û bang li hikumetê kirin ku bila helwesteke zelal nîşan bide.

14:10

Wê îro saet di 17.00'an de Fermandariya Giştî ya QSD'ê daxuyaniyê bide.

13:57

Artêşa Tirk a dagirker bi tank û topan bombeyan diavêje navenda bajarê Girê Spî ku bi hezaran sivîl lê ne.

13:54

Li Şedadê sibehê saet 09.00'an bi motosîklêtekê êrîşek çû ser depoya mazotê. Dema êrîşê ziyana madî çêbû.

13:46

Li Brîtanyayê 70 parlamenteran xwestin ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, Erdogan plana paqijiya etnîkî li dijî Kurdan dike û di êrîşan de komên çete tên bikaranîn.

13:03

Kurdên li Sydneyê tevî dostên xwe ji bo Rojava li hev kom bûn

Kurdên li Sydneyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevî dostên xwe çalakiyeke şermezarkirinê pêk anîn.

12:46

Li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava şandeye ku bi seroktiya Hevserokê MSD'ê Riyad Dirar çûyî Misrê bi Wezîrê Karê Derve yê Misrê Semîh Şukrî re rûnişt.

Di hevdîtinê de Şukru got Erdogan dixwaze tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û got, ''Ew kujer e. Ne li gorî qanûna navnetewî diçe. Em bawer in ku Erdogan dixwaze hemû herêmê têxe talokeyê. Gavên ku daveje vê piştrast dike. Em biryardar in ku yekbûna xaka Sûriyê biparêzin û bi hemû derfetên xwe em ê destekê bidin van hewldanan.''
 

12:42

Dîmenên ji eniya Serêkaniyê

 

12:27

Li Ezaz a ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin di encama teqînekê de 9 kes birîndar bûn.

12:25

Partiya Moderat (Mûxafazakar) a Swêdê ku partiya dost a AKP'ê bû nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da.

12:11

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ên hewl dan ji rojavayê Serêkaniyê bikevin nava bajêr hatin têkbirin. Wesayiteke zirxî ya bi tîpa BMB'ê û wesayiteke çeka giran li ser a dagirkeran hatin rûxandin.

12:05

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, rêyên navneteweyî ku doh ji ber êrîşên giran ketibûn destê dagirkeran ji nû ve hatine kontrolkirin. QSD'ê destnîşan kir ku dagirker hatine têkbirin û gelek çete hatine kuştin.

12:04

Yek ji rêvebera Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê got, ''Ji ber êrîşan tîmên alîkariya pêşî nikarin xwe bigihînin Serêkaniyê''.

Cemîla Hemê got artêşa Tirk îro saet 07.00'an navenda tendiristiyê ya Serêkaniyê bombe kirine û 4 sivîl birîndar bûne, diyar kir ku nikarin mudahleyî birîndaran bikin û bang li raya giştî ya navnetewî kir, ji bo ku êrîş rawestin banga lezgîn bikin.

11:58

Sekretera Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hefrîn Xelef li ser rêya navneteweyî ya li Qamişloyê di kemîna çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû.

11:52

Li Serêkaniyê şer giran e

Nûçegihanê me Ersîn Çaksû ku ji navenda bajarê Serêkaniyê radigihîne, diyar kir ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên 'bajar hatiye paqijkirin' derew in. Çaksû destnîşan kir ku li bajêr şerekî dijwar diqewime û artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve bênavber bombardûmanê dike.

 

11:51

Encamên êrîşa doh a li dijî firineke li Qamişloyê eşkere bû. Ji ber êrîşê 2 sivîl şehîd bûn 6 jî birîndar bûn.

11:35

Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî diyar kir, ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava gefeke mezin e û li dijî herêmê hemûyî ye. Barzanî xwest, êrîş tavilê bi dawî bibin û got, "Dem hatiye ku guhertina demografiya herêmê bê astengkirin."

11:25

Ji herêmên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê bi sedan kes ji bo şermezarkirina dagirkeriyê diçin Girê Spî.

10:56

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan bombe li derdora navçeya Til Rifatê ya Kantona Şehbayê barandin.

10:49

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan bombeyan li Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê dibarînin.

10:49

Bi hinceta ku der barê dagirkeriya dewleta Tirk de parvekirin kirine li Şirnexê 5 kes hatin destgîrkirin.

10:14

Îman Îbrahîm a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi topê bi giranî hate birîndarkirin jiyana xwe ji dest da.

10:13

Li dijî dewleta Tirk a ku ji bo dagirkirinê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ji Elmanyayê banga pêkanînan hate kirin. Ji partiyên mûxalefetê Hevseroka Partiya Keskan Annalena Baerbock êrîşa dagirkeriyê şermezar kir û xwest, têkiliyên bi rejîma Enqereyê re bên guhertin.

10:11

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê ji aliyê gel û partiyên Başûrî ve hatin şermezarkirin.

09:38

Artêşa Tirk a dagirker sûka li taxa Ronahî ya Serêkaniyê bombe kir.

09:36

Dewleta Tirk a dagirker ku di êrîşên xwe yên dagirkeriyê de windahiyên giran da sewqiyata xwe ya ber bi herêmên sînor ve didomîne. Komên çete ku doh bi şev anîn Kaniya Xezalan îro bi wesayitên zirxî û pîkapên bi doçka sewqî rojhilatê Girê Spî kirin.

09:35

Rojnamevanên li Serêkaniyê bang li hêzên navneteweyî kirin

Rojnamevanên li Serêkaniyê diyar kirin, ji ber bombardûmana hewayî û bejahî ya ji doh bi şev ve gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji ber liv û tevgera balafirên şer ew nikarin xwe bigihînin qadên ku sivîl lê hatine kuştin.

09:19

Li Hetayê Hulya Ateş a HDP'yî, Belgîn Ayrancî a SKYP'yî û nûçegihan  Burcu Ozkaya Gunaydin ji bo ku li dijî dagirkeriya Tirk helwest nîşan dan hatin destgîrkirin.
 

09:17

Li Girê Spî jî sivîl bûne hedef
Artêşa Tirk û çeteyên wê, li başûrê Girê Spî 10 metroyan li nêzî cihê kombûna sivîldan da, ku ji Minbic, Tebqa û Reqa hatibûn.
 

09:15

Artêşa Tirk a  dagirker û çeteyên wê li Qamişlo dîsa li sivîlan da. Li taxa Xerbî qada jîgeheke sivîl hate bombekirin. Li gorî agahiyên pêşî birîndar hene.

09:13

Endamê Komîteya Çand û Hunerê Nurettîn Demîrtaş: Ev şer şerê di navbeyna mirovahî û faşîzmê de ye. Li dijî şer li her deverê em eniya berxwedanê ya herî çalak çêbikin. Li dijî faşîzmê li kûderê bersiveke çawa jî were dayin rewa ye.

08:56

Li taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê gel li dijî dagirkeriyê meşiya. Girseya gel di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" qîriya.

08:23

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan qadên Til Rifat û Şehbayê topbaran dikin.

07:30

Li eniya Serêkaniyê şerekî dijwar diqewime

Niha li Serêkaniyê şerekî dijwar diqewime. Ji hewayî û bejahî ve bombardûmaneke giran lê tê kirin. Di şer de çekên giran tên bikaranîn. Li rojhilatê Serêkaniyê şer bi giranî li herêmên Pîşesazî û Mercê û Til Xelefê diqewime.

Balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Arîşe yê di navbeyna Serêkaniyê û Tiltemir de bombe kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan li gundê Salihiyê yê Serêkaniyê dibistanek bombe kirin. Şervanên QSD'ê bersiv dane êrîşan.